Kurdistan News Agency IRAQ INDEPENDENT NEWS

English KURDI كوردي عربي

DÎTIN & HEVPEYVÎN -> Mîrê Honaka Zanistî Mîran Janbar
25/04/2012 13:32
 

Diyarbekir, 25 Nîsan (AKnews) – Romanûsê kurd Mîran Janbar piştî Ardûda bi romana xwe ya “Qolyeya Cécile” derkete pêşberî xwîneran. Digel ku beşeke girîng a romanê weke mekan li Parîsê derbas dibe jî, Janbar ji ber bêderfetiyan nekarî biçe Parîsê. Ji ber vê yekê Janbar, li ser înternetê û bi riya fîlmên li Parîsê hatine kişandin ew bajar nas kir û romana xwe nivîsand. Miranjanbar

Mîran Janbar ku di şêwezarê kurmancî de yekemîn romanûs e bi awayê Honaka Zanistî dinivîse, romana xwe ya duyemîn “Qolyeya Cécile” jî nivîsand. Janbar, derbarê vê romanê de pirsên me bersivandin.

Em ji navê pirtûkê dest pê bikin, “Cécile” kî ye? Lehengeke xeyalî ye yan parçeyekî ji rastiyê ye?

Cécile biyanî ye. Ango biyanibûna giyanê kurdên ji Kurdistanê ber bi şaristaniyê ve hatine dahfdayîn e. Şaxvedana kulîlka di nava geremola modernîzmê de ye, lêgerîna jiyaneke bextewar e. Jin e, bi hêvî ye Cécile. Li bextewariyê digere.  

Piştî salan tu bi Qolyeya Cécile vegeriyayî. Pêşî çima ewqas navber?

Nivîskarî zehmet e, ku tu kurd bî, çar alî dorpêçkirî be, bi derd û êş û aciziyên ku bo nivîskarî têk biçe tevan peyvên xwe kirine yek be û li hember wêjeyê tev bûbin dijmin, helbet şer jî dijwar dibe. Lê bi ya min derketina her pirtûkê îlamkirina serkeftina şerekî ye bo nivîskarekî. Nivîskar ku binivîsînin têk naçin. Qolyeya Cécileê jî bêhnvedana min a vî şerî ye. Şer berdewam e...  

Cureya Honaka Zanistî di wêjeya kurdî de bi taybetî jî di kurmancî de, bi te dest pê dike. Di vî warî de bi qasî ku tu dibînî hin pêşketin hene yan na?

Honaka Zanistî cureyeke nivîsandina wêjeyê ye. Her wiha cureyên fantastîk , polîsî yan jî fezayî jî hene. Curecur tevn diherikin di kaniya wêjeyê de. Min jî bala xwe daye wêjeya Honaka Zanistî, Fantastîk û Fezayê. Gava ku pirtûka min a ewil Ardûda di 2004’an de derket hemû dostan gotin ku ev yekemîn pirtûka ku di şêwezarê kurmancî de bi cureya Wêjeya Honaka Zanistî de hatiye nivîsandin e. Lê belê bi rastî jî planeke min wisa tunebû. Tenê derdê min nivîsandina berhemên kurdî ye û tenê ev cure ji destê min tê niha. Destpêka Honaka Zanistî di kurmancî de ez im yan jî ne ez im ev ne derd e ji min re. Bersiva vê yekê dê dîrok bide. Ê min heta ku ez sax bim ez ê binivîsînim. Lê belê gava di vî warî de dibînim ku tenê ez bi vî şiklî dinivîsînim ditirsim carinan. Lê bi hêvî me her tim. Nivîskar dê derkevin alî min bikin.

Girêka romana te Qolyeya Cécileê, li ser wendabûna qolyeyekê ava bûye. Te wek nivîskarekî, çawa karî ji destpêkê heta dawiyê romana xwe li ser vê girêkê bihunî?Miranjanbar

Belê, bela ku qolye girîng e di romanê de her wiha windabûna tiştên girîng jî zirareke mezin dide giyanê mirovan. Ya rast ne tenê windabûna qolyeyê heye di romanê de. Qolye sembola perçeyên jiyanê ye. Bi ya min jiyan ji parçeyên bextewariyê ava dibe. Her mirov li gor mezinahiya parçeyê giyanê xwe bextewar dibe. Di rêwitiya jiyana xwe de ger li parçeyê ku giyanê xwe temam bike rast were mirovê herî bextewar ew e. Mîna puzzleê ye mirov. Divê li parçeyê xwe xwedî derkeve û li yên xwe temam dike bigere.

Em dibînin di romanê de serlehengên te, Cécile û Remezan teswîrê wan gelekî geş û zindî ne. Gelo ev serlehengên te ji binî ve xeyalî ne yan di rastiya jiyanê de jî te ji hin kesan kartek girt?

Nav û paşnavên romanê tev xeyalî ne. Ji xeynî gundê Emrûd ê bi ser Qoserê ve û derbasbûyîna navê Zankoya Sorbonê hemû mekanên romanê jî xeyalî ne. Lê belê ev nayê wê wateyê ku di avakirina van lehengan de min ji tu kesan kartek negirtiye. Helbet çavdêriya min dê ji mirovên derdora min tiştinin avêtibin bîra min û bi riya herfan hin ji wan wê firar kiribin û derbasî romanê bûbin jî. Bi ya min her çi qas xeyalî bin jî hest û kesên di berheman de wexta ku dibin pirtûk tev zindî dibin û formeke nû yê jiyanê digrin. Lehengên min jî wisa nin. Her çi tev xeyalî bin, bi ya min tev zindî nin jî, bi xwendevanên xwe re di sohbeteke geş de ne.

Bi raya min xwendevanên ku vê romanê bixwînin, pêşî dê di bin bandora pirşaxbûna romanê de bimînin. Bi te gelo teşebûseke wiha di romanê de çi ji romana kurdî re tîne?

Romana Kurdî ketiya pêvajoya xwe ya hilberînê. Peyvên nivîskarên kurd pir bûne û di romanên xwe de derd û kulên xwe û yên civaka xwe dê bidin der. Roman qadeke fireh e di vî warî de û bo xwe îfadekirina nivîskarekî kurd jî qadeke wisa fireh pêwist e. Qolyeya Cécileê jî fireh hatiye hunandin. Pirşaxî jî stûna romanê ye. Roman ji çar paran û parçeyên wan hatiye avakirin. Weke puzzlekê parçe tevlihev bûne û bi xwendinê re digihijin hev. Bi ya min ku xwendevanek rahêje romanekê û di pelên ewil de efsûna romanê wê/wî negre û bi xwe re di cîhana romanê de negerîne, ew roman kêm e, lawaz e, bêqewet e. Roman ew efsûn e ku mirovan dibe rastiya xwe, gerdûna xwe û wextê vedigerîne jî destvala venagerîne.  

Nivîsandina romanê çiqas ajot? Miranjanbar

Çar sal. Çar salên tije. Weke ku ez biçim akademiyeke wêjeyê û li wir bibim şagirt ez bûm şagirtê romana xwe çar salan.

Di qonaxa nivîsandina romanê de te lêkolînên bi çi cureyî kirin? Ji ber ku tu di romanê de bi taybetî behsa navendeke lêkolînê ya li Amerîkayê dikî…

Belê, pir zêde min aşkere nekiribe jî di sala 1991’ê de derbas dibe roman. Guhertin û bûyerên cihanê yên wan salan têra xwe xebat dixwestin. Her çi min bi xwe jiyabe jî û baş dihatin bîra min jî destpêka salên 90’î, bo romanê diviyabû min gelek lêkolîn bikra. Weke mînak telefonên destan hê tunebûn. Komputer û alavên teknolojîk weke îro bi pêş neketibûn. Bûyerên siyasî yên dinya û Kurdistanê divê weke kronolojîk min di ber çavan re derbas bikra. Xwendina pirtûkan û temaşeya filman jî her wiha kêm nedibûn. Lê tiştê herî zehmet ew bû ku di romanê de weke mekan Parîs derbas dibû lê belê ji ber bêderfetiyê min nedikarîbû herim, bibînim wî bajarî û li wir çendekî bijîm. Ji ber wê hindê bi temaşeya filmên li ser Parîsê û bi lêkolînên internetê min çavderiyên xwe yên Parîsê kirin. Belê, zehmet bû wisa lê belê ji min re nebû asteng dawiya dawî. Lê belê careke din heger ligel Kurdistanê weke mekan welateke din jî ji min re pêwist be teqez ez ê biçim. Ji ber ku mirov neçe li xwe girantir dike derdan.

Nivîskar Mîran Janbar, bi nivîskariya xwe ya Honaka Zanistî xwendevanekî/e çawa xeyal dike? Yê ku berhemên te bixwînin divê ji kîjan profîlê bin?

Hemû kurdên li ser dinyayê, li gerdûnê dijîn tev weke xwendevanên xwe dibînim. Xort û kal, jin û mêr ferq nake. Ya duduyan her çi ez kurd bim û bi kurdî berhemên xwe dinivîsînim jî ez bo hemû mirovên li ser dinyayê dinivîsînim. Heta ne tenê mirovên li ser dinyayê bo hemû formên zindî û ne zindî yên gerdûnê dinivîsînim. Bi ya min nivîskarek bo her kesî dinivîsîne.

Bi raya te zimanê kurdî û zimanê romana kurdî ber bi ku ve diçe?

Weke min berê jî got romana kurdî di pêvajoya xwe ya hilberînê de ye. Dê di van salên pêşiya me de gelek guhertinên erênî wê çêbibe. Zimanê kurdî bi saya wêjeyê dê di qada navnetewî de gelek were naskirin û baleke mezin bikşîne. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan.

Mîran Janbar / Portre

Di sala 1974’an de li gundê Emrûda bi ser Qosera Mêrdînê hate dinyayê. Di 1997’an de, Beşa Matematîkê ya Fen-Wêjeyê ya Zanîngeha Dîcleyê qedand. Di demên xwe yên xwendekariyê de bi şanogeriyê re eleqedar bû. Di salên 19990’î de, helbestên wî yên bi kurdî di kovarên “Jiyana Rewşen”, “Pelîn” û “Kulîna Kulîlkan” Di 2004’an de romana bi navê “Ardûda” ya Honaka Zanistî nivîsand. Janbar, li Diyarbekirê dijî.

Maşallah Dekak (AKnews)