Nêrîn & Hevpeyvîn
Gazîn: Dengbêjî awêneya kurdan e
, Adar 1st 2010 7:19 PM
Wan, 1 Adar (AKnews) – Dengbêj Gazîn ku li Tirkiyeyê bajarê Wanê dijî got, “Ger hûn stranên ku dengbêjan gotine komî ser hev bikin, dê dîroka kurdan, kultur û jiyana wan a sosyal derkeve holê. Bo vê yekê dengbêjî awêneya kurdan e.”
Dengbêj Gazîna Bidlîsê, hêj 14 saliya xwe de bi rêya xwazgînê hate zewicandin û gotina “klaman” bi “gunehe”, “qedexeye” jê re hate astengkirin. Li gel astengiyên dijwar heta niha 9 album derxist. Gazîn kurtejiyana xwe ji AKnewsê re vekir û pirsên derbarî dengbêjiyê bersivandin.
Di temenên biçûk de zewicandin û zextên ku we bernedan; li gel ku xwendin û nivîsandina we jî tune ye, lê dîsa jî 9 album we derxistin. Dengbêjiya xwe çawa dest pê kir?
Ez li Tetwana Bidlîsê gundê Însûsê hatime dinê. Dapîra min, dê û bavê min dengbêj in. Ez wek dengbêjek ji dayîk bûme. Klamên ku wan digot min ezber dikir û bi wan re digot. Berê dengbêj gund bi gund digeriyan. Ji Melezgirê ta Tetwanê, ji wir jî heta Sêrtê bajar bi bajar digeriyan. Tê bîra min Hecî Ebdulkerîm û Eli Çelîk hebûn û di hatin gundê me. Sê roj û sê şev rûdiniştin klam digotin. Mezinê gund kî bû ya dîwanxaneya wî hebûn û gundî hemû li wir kom dibûn û guhdariya dengbêjan dikirin. Bavê min jî bi wan re digot. Min dengbêjî wê deme fêm kir. Genim didan dengbêjan, carinan pere jî didan lê piranî genim bû. Bi xwe re du hespên vala jî dianîn bo tiştên ku gundî didin wan bar bikin. Debara wan jî wiha bû. Şakiro jî wisa dihat, tê bîra min. Dengbêjî wê demê fêr bûm.
Piştre we çawa domand?
Ji Radyoya Dengê Erîwanê dora saet 16:00’yê klamên kurdî dihatin weşandin. Hemû gundî wê demê dor radyoyê diciviyan. Qerapetê Xaço, Aramê Tîgran, Meryem Xan, Eyşe Şan, Kawîs Axa, Îsa Berwarî disitriyan û ez bi dengê wan mezin bûm. Jinmama min jî dengbêj bû. Dapîr, diya min û min li mal me digotin. Li gel zilaman me nedigot. Dema em diçûn çiyê bêtirs me dengê xwe bilind dikir û digot, lê dema ku em li malê bûn bi dengek kêm em disitriyan. Carek li malê min ber xwe bi dengê bilind klamek got, bavê min bo lêdanê hat lê diya min pêşî girt.
Hemberî qedexeya gund, we bi çiyê meydan dixwend…
Belê. Em derdiketin çiyê û heta dawiya dengê xwe em diqêriyan. Di dengbêjiyê de rola bêrîvantî jî heye. Di derketina zozanan de hem me hiriyê xwe teşî dikir û hem jî me klamên xwe digotin. Di navbera bêriya nîvro û evarê de zilam nebûn û em li benda bêriyê bûn. Wê demê heta êvarê me govend girê didan û klam digotin. Ger çiya nebûna dibe ku tu jinek dengbêj derneketiba. Çiyê ziman û kultura me parastiye.
Li gund we tu carî dengê xwe bilind nekir?
Dema dawetan de me carinan bilind dikir. Bi navê Sîmanperi hevaleke min hebû, niha li Îstanbulê dijî. Dengê wê ji yê min xweşiktir bû. Li gund dengê me sê kesan xweş bû. Dema dawetan de gazî me sê kesan dikirin. Dema ji gundên dîtir jî bo bûkê dihatin gundê me, ew li aliyek, em li aliyek me berhev dida. Wê demê piştî nîşanê carîna nêzî salek li mala dawetê govend dihate girêdan û heta dawet hatiba kirin. Heta dengbêj neçûna deriyê bûkê jê re klam negota ne dihîştin ku bûk derkeve derve. Di kevneşopî û edetên kurdan de gelek tişt hene. Lê me nekarî xwedî van tiştên xweşik derkevin.
Di devera Bidlîsê de, çîroka ku derbarê dengbêjiyê de li ser we tesîr kiriye heye?
Dengbêjî, dengvedana erênî yan jî neyînî ya bûyerên jiyana me ne. Veguherîna bûyerek balkêş a hestê û ji wir jî veguherîna peyvê ye. Dapîra min her tim klamek digot. Rojek min çîroka wê jê pirsî. Got, keçeke bedew a êzîdî hebûya, li Geliyê Bidlîsê aşiqê xortek bi navê Mûsa bûye. Her du jî kurd in, lê ji ber ku ola wan cûda ye derfeta zewicandina wan nehatiye dayîn. Ser vê Mûsa jî keçikê dikuje. Ji malbata keçikê kesek vê bûyerê kiriya klam û piştre belav bûye. Hêj tê gotin. Tesîra vê klamê hê jî li ser min heye. Her du jî kurd in lê çima nikarin bizewicin, an jî çawa dikarin hev du bikujin? Yek jî klama Xalê Cemîl heye. Ev bûyerekî devera Xîzanê ye. Çîroka navbera kalekî û keçekî ciwan vedibêje. Jiber ku zilam bi temene keçik şerm dike ku bizewice lê di dawî de dizewicin. Klamên ser jinan li ser min tesîr dikin. Her tim ser wan zordarî hatiye kirin.
Zewaca pêşwext û qedexeyên pê re, tesîrek çawa li ser we kir?
Berê ku bizewicim, tenê me dikarî li çiyê û dawetan bisitrin. Di 14 saliyê de ez hatim zewicandin û li Wanê bicih bûm. Li bajêr ji ber ku “çawa tirkî nizane” nebêjin min şerm dikir ku bi kurdî biaxivim. Ji ber ku cîranên me tirkî diaxiviyan. Hêdî hêdî ez fêr bûm. Kasetên Şivan derketin. Wê demê digotin “Şerê Mele Mistefa Barzanî heye.” Helbet me nedizanî kî bi kî re şer dike û bo çi ye. Ji mezinên xwe wek guhdarîkirina çîrokek me guhdar dikir. Piştî kasetên Şivan me fêm kir ku kurd li wê derê şerê serxwebûnê didin.
Wê demê tenê gotin hebû lê niha saz jî tevli bû. Vê yekê çi bandor li ser dengbêjiya we kir?
Ez hes ji hunera nû nakim. Klamên berê hêj orjînal bûn. Hêj xwezayî û tijî ders û şîretan bûn. Rê nîşan didin û tijî perspektîf in.
Ez stran û şerqiyên niha dinêrim û bi yên kevn re tînim ber hev, lê hev nagrin. Yê kevin tu nikarî rojane bikî, Deng, dev û pêanîn bi temamî diguhêre. Hinek niha derketine bi enstrûmanên muzîkê klamên berê dibêjin. Îlla dê bikêşin ber bi şêweya tirkî, erebî û farsî. Ez ne bi vê re me. Ev yek kultura me ya orjînal asimîle dike. Tirkî, erebî û farsî gelek li ser me tesîr kiriye.
Dengbêjî li aliyekî dimîne?
Niha qîmeta dengbêjiyê tune ye. Berê dema dengbêjek diçû gundekî gund hemû pê dihesiyan. Lê niha zêde eleqeyek tune ye. Wek mînak guhdariya min nakin. Di telefona keça min de muzîka popa tirkî heye lê dengê min tune ye. Televîzyonan hewesa ciwanên me kuştine. Niha gava ez klam dibêjim keça min dikare bêje na wê nebêje vê bêje. Yê min giran in û yê wan bihereketê ne filan û bêvan.
Li aliyê dîtir stranên siyasî jî dengbêjiyê dûr xistine. Lê parçeyên siyasî ji dengbêjan hatine girtin û şêwaza wan guhartine. Ez dibêjim bila ciwanên me guhdariya dengbêjan jî bikin û ziman û kultura bila jêre giran neyê.
Bi tecrubeyên xwe ger hûn bêjin, rola dengbêjiyê di jiyana kurdan de çi ye?
Dengbêjî bi serê xwe hunereke û bo ziman girîng e. Dengbêjî orjînalîteya zimên diparêze. Ger hûn klamên ku dengbêjan gotine komî serî hev bikin, wê demê dîroka rast a kurdan, zimanê wan, kultur û jiyana wan a sosyal dê derkeve holê. Ji ber ku dengbêjî ji bûyereke biçûk a kurdan heta ya mezin, ji eşqê ta xiyanetê, ji serfirazî heta têkçûnê hemû bûyer berfireh cih digrin. Bêtirs û bêxemlandinê. Tiştên ku bûne bi awayek xwezayî anîne ber hev. Bo vê ez dikarim bêjim ku dengbêjî awêneya kurdan e. Kurd herî baş dikarin xwe di vê awêneyê de bibînin.
Di navbera ciwanên niha de muzîka biyanî hêj tê heskirin. Bo vê hûn dikarin çi bêjin, pêşniyara we çi ye?
Nifşên nû yên ciwan ji dengbêjî û şêwaya gotinê şerm dikin. Yanê ji kultura xwe şerm dikin. Dibêjin “Çi ye ev lo lo?” Berê xwe didin arabesk û popê. Wek xwe bêje, çima tu ji kultura xwe şerm dikî. Şêweya Amed, Tetwan û Geverê çi ye? Çar parçeyên Kurdistanê li hev bînin. Nav hev xin û kultura xwe pêş bixin. Lê vê nakin û dilê xwe ji muzîka biyanî re vedikin. Ez bang li çar parçeyan dikim. Kultura Kurdan xera nekin. Ji xwe di her çar parçeyê de reng bi reng kurd hene û tu pêwîstiya me bi rengên cûda tune ye. Van rengan bigihînin hev û bila dîmenek pir bedew derkeve û her kes ser vê bila biaxive.
Ma rewş pir xerab e?
Zarokên me heta 7 saliya xwe yên me ne, lê ji 7 saliyê şûndetir dikevin bin tesîra kulturek dîtir. Êdî ji me vediqetin û dikevin bin kulturek dîtir. Divê muzîsyenên me, siyasetmedarên me û saziyên me bibînin. Bila dehfek jî ew li zarok û kulturê me nedin. Salên borî me bi destê xwe kultura xwe asîmîle kir. Lê niha hinek zivirandin heye. Ger daxwaza nasnameyê hebe, ev yek nîşaneya hebûna kultur û zimanê ye.
Bo rastkirina rewşê, li ser dengbêjiyê çi gavên pratîkî divê bêne avêtin?
Bi ya min divê di zanîngehên “Kurdistana Federal” de beşa dengbêjiyê hebe û bibe mijara akademîk. Niha Kurdistana Federal ji me rewşeke xweştir de ye. Li wê derê jî erebî tevî kurdî bûye. Lê ne qasî ku tirkî tevî kurdiya me bûye ye. Niha biçe Tetwanê tu kurdiyek tijî tirkî dibîni. Di hemû bajaran de rewş ev e. Gund hinek başin ji ber ku li wan deran tirkî axaftin şerm tê dîtin.
Niha siyasetmedarên me, yên ku xwe pêşeng û zana dihesibînin hemû civîn û axaftinên xwe bi tirkî dikin. Guhdarvan tem jî tênagên çi tê gotin. Em xwe bi tirkî didin nasîn. Çima, dibêjin ku ez kurdî baş nizanim. Ev hemû behane ne. Tenê teqlîteke û revek rehetiyê ye.
Dibe ku bo we ecêb were lê bo min her pirsek e, gelo çi tesîra cil û bergan li ser zimanê heye?
Heye. Cil û berg nîşane ne. Nasnameya neteweyî dide dest. Ez hinek keçên me li derve dibinîm, cil û berg, rû û porê wan dinêrim û bi tirkî diaxivim. Ji ber ku kincên wan wisa ne. Lê dibînim ku bi kurdî diaxivin. Niha jî edete, bi kija zimanê tu ketî sohbetê bi saetan wiha didome. Bi yên ku şal û şepik an jî kiras lixwe kirî re, li Tirkiyeyê kes nikare bi tirkî yan jî erebî biaxive. Bo vê, qasî dengbêjiyê şêweya cil û bergan jî li ser kurdan heye. Niha em diqêrin dibêjin ku, em zimanê xwe dixwazin. Lê ger em xwedî dengbêjên xwe, cil û bergên xwe dernekevin, tiştên ku me yên dîtir cûda dike nebînin tu giraniya vê xwesteka me namîne.
Gelo tesîra enstrûmanan li ser ziman û nasname heye?
Mînak bilûr kevneşopiya kurdan e. Ji ber vê divê giraniyek ser vê jî hebe. Li gundê me kesek bi navê Silhedînê Dîn hebû. Bilûr lê dida û ez digiriyam. Hêj dengê wê bilûrê di guhê min de ye. Tiştên ku me li ser piyan digre, enstrûman in, cil û berg in, govend in, dîwan in. Niha di bin navê modernîzmê em berê xwe didin rojavayê. Ji xwe herkes enstrumana xwe ya neteweyî derdixe pêş divê em jî yê xwe derxin pêş.
Hûn jî di nav navenda kulturê de kar dikin, gelo xebatek kêrhatî li wan deran heye?
Di navenda kultur ên kurdan de gîtar tê lêdan. Muzîka caz tê kirin û pop tê guhdarkirin. Muzîka siyasî tê lêdan lê li ser muzîka orjînal a kurdan giraniyek tune ye. Ji ber vê rola xwe nalîzin. Xwe dişibînin hunermendên dîtir. Lê ew bixwe jî dikarin tiştên nû biafirînin.
Çend albumên te hene?
Ev 16 sal in ku ez albuman derdixim û heta niha 9 albumên min hene. Niha klamên min hene lê bo çêkirina albumê pere divêt. Berê fîrma bo çêkirinê pere dida lê niha divê tu pêşîn bidî. Ger destek neyê girtin tu nikarî album derxî. Klîbek hêsan ser te de 6-7 hezar dibe mal. Di albuma xwe ya yekem de ez giriyam. Bandora Eyşe Şanê li ser min pir hebû û gava albuma min a yekem derket min got, “êdî ez jî bûm hevala Eyşe Şanê.” Niha li Bakûrê Kurdistanê Fatê heye, Gulistan, Canê û Şehrîbana Kurdî hene. Lê wek hunermendeke jin piştî Eyşe Şan û Meryem Xanê albuma min derket. Dengbêjiya jinek zewicandî jî zehmet e, lê min ser xist. Digotin “eybe”, “gunehe”, dema ku li ber komek te klamek digot, bi çavek dîtir li te dinêrtin. Tesîra nayînî ya olê jî gelek e. Ma çima deng bibe guneh? Lê dema ku wisa fetwa tê dayîn, ev yek pêşiya te dixetimîne.
Li ser albuman hûn qet hatin binçavkirin?
Di sala 1998 de ez du car hatim binçavkirin. Lê ji ber sedemên siyasî bû. Wê demê kî giliya kî kiriba dihate binçavkirin. Ez 16 roj bin çavan mam. Ger dengbêjî nebûya ez ê dîn bûbûma. Di bin çavan de jî min klam gotin. “Zindana reş û tarî” min wê derê çêkir. Ger albumek nû çêkim ez ê di wê derê de bêjim. Dema ez serbest hatim berdan tenê min xwe spart dengbêjiyê û bo min rola rehabîlîtasyonê lîst. Min guhdariya Eşye Şan, Meryem Xan û yên xwe dikirin. 4-5 sal bi vê awayê min derûniya xwe derman kir. Heta ku min xwe baş nedît ez derneketim derve. Ji ber ku gelek êşkence kirin û du car gotin ku “miriye” ez berdam ber deriyê mala min.
Hûn diçin şahî û çalakiyan?
Koman bo mihrîcanan vedixwînin, kom girseyê dicoşîne, ev yek rast e lê bo nasandina kulturê divê dengbêj jî hebin. Dengbêj dikare meqamê govendê jî bêje. Bo vê take kesan bo mihrîcanan venaxwînin. Niha 10-15 klamên min hene. Lê min re dibêjin ku ger kom nebe nabe. Di Newroz’an de, 8’ê adarê de, mitîngan de dibêjin îlem divê saz hebe. Ez dibêjim bila ji navenda kulturê komek sazbend hebin bo min jî lêdin, lê dibêjin na. Ez li bendê me ku, Fatê û Şemdîn min vexwînin hinek bernameyan. Li Kurdistana Federal bernameyan çêdikin. Ez dixwazim wek dengbêjek bibim mêvana wan. Ger jin piştevanî nede jinê tu kes nade. Eyşe Şanê li İzmîrê çû ser dilovaniya xwe, kes xwedî lê derneket. Divê yên ku xizmeta ziman û kultura me kirine ew qas bêxwedî nemînin. Li Amedê sala par ser Eyşe Şanê şahiyek hebû, ez jî çû bûm û pê kêfxweş bûm. Ser navê kulturê me tiştê baştirîn bi ya min ew bû.
PORTRE / GAZÎN
Di sala 1961 de li gundê Însûse Tetwana Bidlîsê ji dayik bû. Niha di Navenda Çanda Mezopotamya ya Wanê de wek dengbêjek dixebite. Gazîn zewicandî û diya 5 zarokan e û heta niha 9 albumên wê hatine weşandin.
ah AKnews
werger: ym
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Nêrîn & Hevpeyvîn
|
|
Konsolosê alman: Hewla kurdan ji bo Iraqê demokrasî ye |
Hemû |
|
, Temûz 29th 2010 10:55 AM |
||
Hewlêr, 29 Tîrmeh (AKnews) – Konsolosê Almanyayê ku hê nû li Herêma Kurdistanê hatiye peywirdarkirin, Stefan Bantle, got ku kurd ji bo demokratîkirina Iraqê hewlê didin.Bantle ku 6'ê...
- Duyanê CHP'î: Di şerê biratiyê de kes bi ser nakeve
- Tifaqa YNK û PDK bû 3 sal, hêşta zindî ye
- Hemîd Mûrad: Mafê mirovan asîmanekî fireh e ji bo hemû iraqiyan
- Yeqîn: Helbest û stranbêjî di xwîna min geriyane
- Şingarî: Parastina herêmê yekem erka me ye
- Qebedayiyê kevin: Küçük Emrah heta êvarê ji me re stran digot
- Du jinên ku gelê kurd li 'dûr' derdixin ser dikê
- Demirtaş: Çareserî ne dûr e, nêzîk e
- Hisên: Dîwarên navbera Welatên Erebî û Herêmê nemane