Kurteyên Çapemeniyê
KURTEYÊN ROJNAMEYAN (Dengubas) – 24 Sermawez 2009
, Mijdar 24th 2009 10:42 AM
Nûçeyên hevbeş ên rojnameyên Tirkiyê, nerazîbûnên hemberî gotinên Arîkarê Serokê Giştiyê CHP Onur Öymen ên derbarê Dêrsimê û ji hêla partiyê ve xwedî derketina van gotinan, li ser vê li Dêrsimê îstifa kirina 400 endamên CHP’ê, skandala şike ya futbolê û daxuyaniyên Edoğan ên derabêr êrişa li ser konvoya DTP’ê hatine weşandin.
HÜRRİYET
* Tirkî hîn dibe
Hürriyet radigihîne ku, ji hêla ciranên Bangladeşî ve bi hinceta “em ê bibin Umre yê” zaroka piçûk Tuğba Aksu ku hatibû revandin, li Bangladeşê hatiye dîtin û radestê malbatê hatiye kirin. Tê ragihandin ku, Tuğba ji nû ve tirkî fêrdibe. Çîroka revandina keça 5 salî tê vegotin û zimanê ku jibîrkiribû nû ve fêr dibe.
SABAH
* Paşî 25 salan hev û du hemêzkirin
Sabah radigihîne ku, dayika ku ji 1984’an û vir ve keça xwe digere, jina ciwan ku piştre fêrbuye ku zirkeça malê ye, piştî 25 salan hevdîtine. Tê ragihandin ku dayik Fatma Kalay di sala 1984 de keça xwe Emel winda kir û di sala 2006 de gotiye ku ew keça xwe digere. Tê ragihandin ku, Zirdayka Emel jî re gotiye ew keç tu ye û bi vê awayê dê û keç gihaştine hev.
MİLLİYET
* Her kesê heşyar kir
Milliyet radigihîne ku, Erdoğan berê serdana xwe ya Libyayê hem derbarê vebûna kurd û hem jî derbarê çalakiya memûran ku dê sibê çêbê heşyariyên girîng kirine. Li gorî nûçeyê heşyariya Serokwezîr wiha ye:
“Bo DTP; Ger di nava otobusek partiyek siyasî û konvoyê de alên rêxistina terorê hebin, serokê wê rêxistinê hebin em nikarin bi awayek germ lê binêrin.
Bo yên ku konvoya DTP’ê kevir avêtine; Helbet hûn jî fêm dikin ku, grûba dijber, bi hal û hewldanên xwe, bi nîşanê û sloganên xwe çi temsîldikin dibînin. Dixwazin li vê derê rewşek pevçûnê amade bikin.
TARAF
* Li Dêrsimê serhildan Rûmetê (Onur)
Taraf radigihîne piştî ku Rêvebiriya CHP’ê piştgiriya xwe bi awayek eşkere destek da Onur Öymen, li Dêrsimê 3 şaredarên CHP’î îstifa kirin. Tê ragihandin ku, nerazîbûnên hemberî Onur Öymen daketiye kolanan û Şaredarên CHP’î yên Ovacix, Nazimiye û Pulumoriyê û Parlamenterê berê Hasan Güyül jî ji CHP’ê îstîfa kirine.
- Bi sernivîsa “Yên ku pankartê Apo vekirin nejime ne” jî tê ragihandin ku, Murat Karayılan bi rojnameyek muhafezekar re hevpeyvîn kiriye û li ser pirse “Ma hewceya pankart vekirinê, ‘Bijî Serok Apo’ qêrînê hebû?” gotiye, “Ger wiha hatiye kirin şaş e. Me derbarê vekirina pankartê de lêkolîn kir, ne ji men e. Hêzen ewlekarî jî lêkolîn dikin. Ne hate eşkere kirin ku, kî ne.”
ZAMAN
* Em Plana Çalakiya Kafesê ji nêz ve dişopînin
Zaman radigihîne ku, Yekitiya Ewropayê li hember Plana Çalakiya Kafesê ku li Tirkiyeyê gayrî muslim kirine hedef gotiye, ew di nêz de dişopînin û ev daxuyanî ji hêla arîkarê Oli Rehn hatiye kirin.
(AKnews Beşa Kurdî - Tirkî)
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kurteyên Çapemeniyê
KURTEYA ROJNAMEYAN – 14 Adar 2010 (Nivîs) |
Hemû | |
|
, Adar 14th 2010 11:21 AM |
||
Di salvegera 12’ê Adarê de… (Îsmet Berkan – Radîkal)Qunciknivîskarê Radîkalê Îsmet Berkan, li ser derbeya 12’ê Adarê sekinî û wiha nivîsand: “Di jiyana me ya demokratîk a...
- KURTEYA ROJNAMEYAN – 14 Adar 2010 (Dengûbas)
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 13 Adar 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 13 Adar 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 12 Adar 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nvîs) – 11 Adar 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 11 Adar 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 10 Adar 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 10 Adar 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 9 Adar 2010