Kurteyên Çapemeniyê
KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 8 Adar 2010
, Adar 9th 2010 9:01 AM
Ji kerbê bimbeyan beziyane ser sindoqan
Rojnameya Akşamê, cihekî berfireh ji hilbijartinên li Iraqê re veqetand. Di nûçeyên derbarê mijarê de hate gotin, "Ligel êrîşên bi hawan û roketan jî, xelkê Iraqê bo demokrasiyê û pêşeroja welatê xwe çû ser sindoqan. Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku vê roja hilbijartinê 1 milyon leşkerê Iraqê tevdîr girtine.
Gül dê bi lîderan re rûne
Di rojnameya Sabahê de, hate diyarkirin ku bo 'zarokên keviravêj" yên ku mexdûrê Qanûna Têkoşîna Bi terorê re (TMK) ne, dê Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gül bikeve dewrê. Di nûçeyê de hatye gotin ku piştî ku Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş bi hevdîtina li Koçka Çankayayê ya bi Gül re ev mijar aniye rojevê, Abdullah Gül jî gotiye, "Ez jî di vê mijarê de hesas im. Baş e ku sererastkirineke taybet bête kirin. Ez ê jî bikevim nav liz û bezê."
Kılıçdaroğlu: Em ê ji efûya giştî re bêjin erê
Rojnameya Hürriyetê, gotinên Serokwekîlê Koma CHP'ê Kemal Kılıçdaroğlu derxistine pêş. Kılıçdaroğlu duhî di kongreya partiya xwe ya Batmanê de li ser pêvajoya "berlêvekirina demokratîk" axiviye û bal kişandiye ser biratî û wekheviyê. Kılıçdaroğlu gotiye, "Heke behsê efûyeke giştî bête kirin em ê bêjin erê."
Serokwezîr li Ruhayê bang li dayikan kir
Rojnameya Radikalê, axaftina Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan a Ruhayê derxistiye pêş. Erdoğan, duhî, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de beşdarî panela "Xurtkirina Jinan û GAP"ê bû. Serokwezîr Erdoğan li Salona Konferansê ya Midûriyeta Herêma 15'ê ya DSÎ'yê xitabî jinan kir û got, "Bo rawestandina xwîna ku ev 30 sal e dirêje, barê herî giran dikeve ser milan jinan."
Diyarbekirîyan xwedîtî li tîma xwe kir
Rojnameya Starê jî, derbarê maça Diyarbakirspor û Bursasporê de nêr^nên pisporan derxistine pêş û bal kişandiye ku pisporan maç bi çavekî dîtir analîz kiriye.
Bo PKK'ê şoka arşîvê
Di rojnameya Yeni Şafakê de, hatiye gotin ku di operasyona Belçîkayê de arşîva PKK'ê ya ku bi salan e lê tê gerîn û nizanin li ku ye, hatiye bidestxistin. Li gorî nûçeyê, bi îstixbarata MÎT'ê, bi alîkariya Almanya û Fransayê di encama operasyona Belçîkayê de arşîva PKK'ê hatiye bidestxistin.
(AKnews Beşa Kurdî - Tirkî)
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kurteyên Çapemeniyê
KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 30 Tîrmeh 2010 |
Hemû | |
|
, Temûz 30th 2010 10:21 AM |
||
Sazkirina ewlekariyê karê hikûmetê ye (Mehmet Y. Yılmaz – Hürriyet)Mehmet Yilmaz diyar kiriye ku Walîtî û emniyetê destûr nedaye konvoya BDP'ê ya xwestiye here navçeya Dortyol a...
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 30 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 29 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 29 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 28 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 28 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 27 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 27 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ÇAPEMENIYÊ (Nivîs) – 26 Tîrmeh 2010
- KURTEYA ROJNAMEYAN (Dengûbas) – 26 Tîrmeh 2010