Werziş

Turnuvaya Futbolê yê Cemiyeta Rojnamegeran bidawîhat

, Mijdar 25th 2009 8:38 AM
 


Diyarbekir, 25 Sermawez (AKnews) – Turnuvaya Futbola Sehayê Xaliyê ku ji hêla Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilatê (GGC) û Şaredariya Kayapinarê hatibû li dar xistin, bi lîztina maça fînala Eğitim-Sen û Kuyumcularsporê bi dawî bû.

turnuva1
36 tîm tevli Turnuvaya Sehayê Xaliyê bûn û di 16-23 Sermawezê de li Tesîsên Werzişê yên Birêvebiriya Herêma 10. yê DSİ de hate lîztin. Maça fînalê navbera Eğitim-Sen û Kuyumcularsporê hate lîztin û Eğitim-Sen 3-2 serket û di turnuvayê de bû yekem. Kuyumcularspor bû duyem û Habersen jî bû sêyem. Bi merasîmêk bo tîmên ku ketine dereceyê kupa û plaket hatin dayîn.

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilatê (GGC) Faruk Balıkçı got, armanca musabeqayên wiha di navbera saziyên sivîl de yekitî û piştevaniyê pêşxistin ê û li ser vê bo beşdarbûnê spas kir.

turnuva
Şaredarê Kayapinarê Zülküf Karatekin jî di merasimê de axivî û got, di maçan de tîm li gorî ruhê futbolê tevgeriyane. Karatekin wiha domand:

“Bajêr çiqas mezin dibin, di navbera mirovan de têkilî ewqas qut dibin. Armancek vê turnuvayê jî navbera mirovan de derfetê têkilî dayînê afirandin û herkesê ji çalakiyên werzişvaniyê dayîna îstîfadekirinê ye.”

Piştî axaftinan, kupaya Haber-Senê jî hêla Serokê Kulubea Werzişê yê Şaredariya Kayapinarê Muhmut Dağ ve, yê Kuyumcularsporê ji hêla Serokê GGC’ê Faruk Balıkçı ve, yê Eğitim-Senê jî ji hêla Şaredarê Kayapinarê Zülküf Karatekin ve hatin dayîn.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Werziş

 

Diyarbekirspor li ser êxistinê ye

Hemû

, Adar 15th 2010 7:40 AM

Îstanbul, 15 Adar (AKnews) – Di hefteya 25'ê ya Turkcell Super Ligê de duhî li Stada Atatürk Olimpiyatê di maça İstanbul Büyükşehir Belediyespor (İBB) – Diyarbekirsporê de terefdar...

 
 
 

MORE NEWS