Werziş
Li Hipodroma Diyarbekirê beza yekem
, Mijdar 19th 2009 12:19 PM
Diyarbekir, 19 Sermawez (AKnews) – Li Diyarbekirê yekem car pêşbirka hespan bo Şaredariya Mezin hate lidarxistin û hespê bi navê Balak Baba yekem derket.
Li Hîpodroma Diyarbekirê ku îsal vebibû yekem car pêşbirka hespan hate lidarxistin. Beza Kupapaya Şaredariya Mezina Diyarbekirê li Hîpodroma Diyarbekirê hatin lidarxistin. Pêşbirk ji hêla Kuluba Jokeya Tirkiye hatin sazkirin û ji hêla TJK TV ve naklen hate weşandin.
Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengiz, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, Birêvebirê Giştiyê DİSKİ Yaşar Sarı, Endamê Desteya Rêvebiriya TJK’ê Sadrettin Atığ jî bezê temaşe kirin û hespên binavê Balak Baba, Black Mark, Tender Game, Boystar, Ekinoks Natalma û Santa Lucia yên xwîna safî yên Îngilizî beziyan.
Hespên ji 4 salî mezintir tevli pêşbirkê bûn û hezar û 900 metre li ser pîsta qumê beziyan. Balak Baba bi 2 deqîqa 8 saniye 59 ve yekem, Santa Lucia bi 2 deqîqa 9 saniye duyem, Tender Game û Boystar jî 3’em û 4’em derketin.
Piştî pêşbirkê, merasîmek di trubîna şerefê de hate çêkirin û kupa ji hêla Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir vê ser navê xwediyê hespê da Îsmail Akbalı. Baydemir Jokeyê yekem Ufuk Akay jî bi yek zêrê bi gotina “Serkeftin hestek xweş e, berdewama wê hêvî dikim” pîroz û xelatdar kir.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Werziş
|
|
Formula1 Gulanê li Îstanbulê ye |
Hemû |
|
, Adar 15th 2010 1:22 PM |
||
Îstanbul, 15 Adar (AKnews) – Hate zanîn her roja diçe eleqeya bo Formula 1 Grand Prix'a Tirkiyeyê ku di 28-29-30'ê Gulana 2010'ê de tête lidarxistin, zêdetir dibe. Formula 1 Grand...
- Kalevan Ivankov 41 gol avêtin
- Di UEFA’yê de ber bi fînala çaryekê
- Rijkaard: Em bi 3 puanan gelek kêfxweş in
- Diyarbekirspor li ser êxistinê ye
- Maça Diyarbakırsporê de bûyer derketin
- Daûm: Şampiyonî kete zorê
- Ji Diyarbekirsporê îtiraz heye
- Goga sor bo piştgiriya AIDS 'ê dor dibe
- Dewra rahênana Almanyayê dest pê kir