Werziş

Amedspor bi aweyek resmî hate damezrandin

, Mijdar 16th 2009 1:51 PM
 


Diyarbekir, 16 Sermawez (AKnews) – Li Diyarbekirê, serlêdana komek heskiriyên werzişê yê derbarê damezrandina Komeleya Kuluba Amed Sporê jî hêla Parêzgeriya Diyarbekirê ve hate qebûl kirin.

amedspor
Komeleya Kuluba Amed Spor ê Diyarbekir, bo erêkirina navê kulubê 4 Îlonê de serî li Birêvebiriya Komelayan yê Parêzgeriya Diyarbekirê dabû û niha hate erêkirin.

Derbarê mijarê de karbidestê Komeleya Kuluba Amed Sporê Mehmet Emin Yılmaz got, “Amedspor ne tenê kulubek e. Di heman demê de hemberî têgihîştina desthilatdar ê werzişê jî tevgerek alternatîf e. Armanca me, di warê werzişê de bi reng û motîfên xwe ji têgihîştina giştî xwe dûr girtine.”

Yılmaz got, di nava demek nêz de bi navê Amed kulubek di lîgan de tevî têkoşîna werzişvaniyê bibe û di demek ku navên berê yên war û cihan tên nîqaşkirin de me jî navê Diyarbekirê yê kevn bijart.

Yılmaz got, bi derketina derfêtê re ew ê serî li Birêvebiriya Werziş û Ciwantiyê bidin û ger serlêdan bête qebûlkirin, Amerdspor dê lîga amatora 2. de dest bi xebatê bike.

Rengên Amedsporê ji kesk, sor û spî pêktê, amblem jî li ser zemîna zer dara berûyê, dora motîfa rojê de ji 17 stêrkan pêktê.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Werziş

 

Maça Diyarbakırsporê de bûyer derketin

Hemû

, Adar 14th 2010 9:09 PM

Hewlêr, 14 Adar (AKnews) – Di Lîga Super a Turkcellê de, Diyarbakırspor bi timê futbolê ya Şaredariya Îstanbulê re hate hemberî hev û di deqîqeya 87’emîn de bûyer derketin û maç...

 
 
 

MORE NEWS