Werziş
Lîga Jinan a TFF’ê dest pê dike
, Mijdar 14th 2009 10:49 AM
Hewlêr, 14 Sermawez (AKnews) – Sezona 2009-2010 a Lîga 1’emîn a Jinan ku ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve tê çêkirin, 15’ê sermawezê roja yekşemê bi musabeqeyan dest pê dike.
Li gorî daxuyaniya di malpera fermî ya TFF’ê de, vekirina Lîga 1’emîn a Futbola Jinan dê li Stada Kartal Şehîr a Stenbolê saet di 13.00’an de bi musabeqeya Kartalspor-Marmara Universitespor dest pê bike. Lîg dê ls gorî usûla du dewre û pûanan bê lîstin. Ji bo tîma ku bibe şampiyon, dê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê di warê çûn û hatinê û bêhnvedanê de piştgirî bide û dê ev tîm di heman demê de mafê beşdariya Lîga Şampiyoniya Jinan a UEFA’yê bi dest bixe. Her wiha tîma ku bibe şampiyon, dê ji aliyê TFF’ê ve bi 50 hezar TL’î bê xelatkirin.
Di sezona 2009-2010’an a Lîga 1’emîn a Jinan de, dê kesên di 1985’an û piştî vê salê hatine dinyayê bikaribin bilîzin. Di lîsteya 18 kesan a esameyê de, herî zêde 5 lîstikvanên jin ên di 1984 ‘an de û beriya wê hatine dinyayê dikarin cih bigrin.
Di sezona 2009-2010’an de, di Lîga 1’emîn a Jinan a TFF’ê de ev tîm cih digrin:
Adana Îdmanyurduspor
Antalyaspor A.Ş
Ataşehîr Belediyespor
Bucaspor
Gazî Unîversîtesîspor
Kartalspor
Konak Belediyespor
Marmara Unîversîtesîspor
Mersîn Camspor
Trabzonspor A.Ş
md AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Werziş
Li Şirnexê şampiyonaya tekvandoyê |
Hemû | |
|
, Adar 13th 2010 10:21 AM |
||
Hewlêr, 13 Adar (AKnews) – Turnuvaya Tekvandoyê ya Navbajarî ya Tirkiyeyê, li Şirnexê dest pê kir.Li gorî nûçeya CHA'yê, Şampiyonaya ku Serokê Federasyona Tekvandoya Tirkiyeyê Metin...
- Di Super Lîgê de maçên paşxistî leyîstin
- Di lîga Tirkiyeyê de hefteya 24ê qediya
- Tabloya Super Lîga Tirkiyeyê
- Kupaya Cîhanê di bin garantiya Interpolê de ye
- Îro maça Diyarbekirspor û Bursasporê heye
- Rovanşa maça bibûyer li Diyarbekirê ye
- Di Kupaya Asyayê de sibê maç hene
- Keçên Colemêrgê bûn gol û bariyan
- Vancouver 2010 bi dawî hat