Werziş

Enke, Hannover xist nava bêdengiya mirinê

, Mijdar 12th 2009 1:15 PM
 


Hewlêr, 12 Sermawez (CHA/AKnews) – Qelevanê tîma milîya Almanyayê Robert Enke pêr xwe avêt ber trênê û xwekuşt. Hate ragihandin ku, Enke piştî mirina keça xwe ya 2 salî xwe daye karên xêrê.

Robert Enke
Qelevanê tîma mîliya Almanyayê Robert Enke, ji depresyona ku dijî li paş xwe nameyek xatirxwestinê hîşt û xwe avêt pêşiya trênek di hereketê de û xwekuşt. Bo Enke duhî li Dêra Markt ê Hannoverê merasîma cenazeyê hate sazkirin. Alîgirên Hannover 96 ku ji ber agahiya xwekuştina Enke hejiyabûn wek lehiyê di saeta merasîmê 18:00 de çûn dêrê û ev yek bû sedema îzdîhamê. Piraniya qelabalixê li derveyî dêrê ma.

Di axaftinên merasîmê de hate destnîşakirin ku, Robert Enke 3 sal berê keça xwe ya 2 salî winda kiriye û piştî vê xwe daye karên xêrê. Li gel nasnameya wî ya werzişvaniyê aliyê wî yê mirovî jî hate bibîranîn û bo wî dua hatin kirin. Ji ber mirina Enke ev 24 saet in ku, li Hannovere bêdengiya mirinê serdest e.

Li aliyê dîtir, maça amadekariya ku roja Şemiyê bi Şîlî re hatibiya kirin ji ber mirina şokkirî yê Enke hate betalkirin.

Hevsera Robert Enke got, qelevan di demên dawî de problemên psîkolojîk dijiya û dem dem jî diket nava tengezariyên mezin.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Werziş

 

Goga sor bo piştgiriya AIDS 'ê dor dibe

Hemû

, Adar 13th 2010 1:28 PM

Hewlêr, 13 Adar (AKnews) – Lîga futbolê ya Ewropayê dawiya vê hefteyê bo hişmendiya hevkariya bi (NIKE) Red 'Lace Up. Save Lives' zêde bike dê goga sor bi kar bîne. Li gorî nûçeya...

 
 
 

MORE NEWS