Werziş

Carlos re şerta ‘şampiyontî’

, Mijdar 11th 2009 12:37 PM
 


Hewlêr, 11 Sermawez (AKnews) – Dîrektorê Teknîkê Fenerbahçeyê Christoph Daum got, heta tîma Fenerbahçe nebe şampiyon futbolîstê brezîlî Roberto Carlos nikare biçe derekî.

Roberto Carlos
Ji ber maçên Kupaya Cîhanê yên play-off’ê maçên hefteya 13. heta 21-22 Sermawezê hatibûn paşxistin û ser vê Dîrektorê Teknîkiyê Fenerbahçeyê Damu 4 roj destûr dabû lîztikvanên xwe. Piştî qedandina destûrê lîstikvan li Avahiyên Can Bartu yê Fenerbahçe dest bi antrenmanan kirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera resmî ya înternetê yê Fenerbahçe de cih girtiye, Dîrektorê Teknîk piştî antrenmanê bi xebatkarên çapemeniyê re sohbet kiriye û li ser nûçeyên derbarê “Carlos dê ji tîmê biçe” jî wiha axaivî:

“Ser vê mijarê Carlos bi min re neaxiviye. Pêwîstiya me bi wî heye û em dixwazin ku livir bimîne. Nûçeyên ku di çapemeniyê de derdikevin tênagêm û ne mecbûrim ku têbigêm jî. Min berê jî goti bû, ger Carlos dixwez ji Fenerbahçe biçe, divê bibe şampiyon û piştre. Ji ber ku hêj em nebûne şampiyon nikare biçe derek.”

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Werziş

 

Formula1 Gulanê li Îstanbulê ye

Hemû

, Adar 15th 2010 1:22 PM

Îstanbul, 15 Adar (AKnews) – Hate zanîn her roja diçe eleqeya bo Formula 1 Grand Prix'a Tirkiyeyê ku di 28-29-30'ê Gulana 2010'ê de tête lidarxistin, zêdetir dibe.  Formula 1 Grand...

 
 
 

MORE NEWS