Hewlêr, 16 Tebax (AKnews) – Tîma fûtbolê ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bû şampiyona lîga sûper ya fûtbola Iraqê.
Yariya fînalê ya lîga sûper ya fûtbola Iraqê, duh êvarê li bajarê Bexda, navbera tîmên Silêmanî û Nefta Başûr de hat lîstin.
Di dawiyê de tîma Silêmaniyê bi encama 2-1 li Neftê bir û bû şampiyona lîga sûper a Iraqê.
Piştî yariyê, berpirsê ragihandina tîma Silêmaniyê, Behmen Xerîb, ji AKnewsê re got, me ji destpêka yariyê ve baş lîst û ji ber wê jî em ser ketin.
Bi vî awayî, tîma Silêmaniyê jî dê di werza tê de, bi tîmên Hewlêr, Duhok, Kerkûk û Zaxo re beşdarî xola bijarde ya Iraqê bibe.
sm AKnews