Werziş
Ji Diyarbekirsporê îtiraz heye
, Adar 13th 2010 2:23 PM
Hewlêr, 13 Adar (AKnews) – Direktorê Teknîkê yê Diyarbekirsporê Güvenç Kurtar got, "Heke dê pirsgirêka li başûrrojava bi jêbirina 3 puanên me çareser bibe, hema 13 puanên me jêbibin."
Sibê di Turkcell Süper Ligê de Diyarbekirspor dê li Stada Atatürk Olimpiyatê bi İstanbul Büyükşehir Belediyesporê bileyîze. Haziriyên Diyarbekirsporê bi antremanekê dawîn qediya û hêj jî bandora maça Bursasporê li ser xwe neavêtiye.
Berî antremana li Tesîsên Florya Metin Oktay Dîrektorê Teknîkê yê Diyarbekirsporê Güvenç Kurtar ji CHA'yê re daxuyand ku divê maça wan a bi Bursasporê re ku di deqeya 17'ê de ji aliyê hakem Mustafa Kamil Abitoğlu ve hate betalkirin, ji nû ve bête leyîstin. Kurtar, diyar kir ku ger hewc bike ew dikarin li ber terefdarên Bursasporê maçê bileyîzin û wiha got:
"Hêzên emniyetê fulbolker bi awayekî ewle heta nîveka stadê anîn. Diviya evane bihatana parastin. Divê neyê jibîrkirin dewletê bo bûyerên siyasî yên herêmê 600 milyar dolar mezaxt. Heke dê bi jêbirina 3 puanên Diyarbekirsporê ev pirs çareser bibe, hema kerem bikin 13 puanên me jê bibin."
Kaptanê Diyarbekirsporê Bariş Ataş jî axivî û got, "Piştî maça Bursasporê demeke zehmet li benda me ye lê em hez dikin sibê İstanbul Büyükşehir Belediyesporê têk bibin û riya xwe berdewam bikin."
Ataş, bal kişand ku ew bawer nake tu sûcê terefdarên wan bo bûyerên di maça bi Bursasporê re qewimîn, hebe.
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Werziş
|
|
Juventus û Liverpool bi avantaj vegeriyan |
Hemû |
|
, Temûz 30th 2010 11:01 AM |
||
Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Di Lîga UEFA Ewropayê de, maçên destpêkê yên tura pêşelemeya 3'ê hatin leyîstin. Liverpool û Juventusê, li deplasmanê zora hevrikên xwe bir û...
- Galatasaray: 2 - OFK Belgrad: 2
- Rûs di rêza madalyayan de yekemîn in
- Fenerbahçe bi ‘Ciwanan’ re 2-2 ma
- Dibe ku Eren Derdiyok ê 'kurd' 10 salan ceza bixwe
- Karateya Silêmanî nekarî beşdarî şampiyona cîhanî be
- Katalonyayê gulaşa gamêşan qedexe kir
- Kongreya Diyarbekirsporê hate taloqkirin
- Îstanbul Cupê dest pê kir
- Qadir: Me nehişt tîma futbola Iraqê bê cezakirin