Werziş
Diyarbekir ji Îstanbulê bipuan vegeriya
, Sibat 8th 2010 9:52 AM
Hewlêr, 8 Reşemî (CHA/AKnews) – Li Tirkiyeyê, di hefteya 20’emîna Lîga Super a Turkcellê de maça dawiyê yê Fenerbahçe-Diyarbakırspor bû û maç 1 – 1 bi dawî bû.
Maç di Stada Şükrü Saraçoğlu ya Fenerbahçeyê de hate lîztin û hekemtiya maçê Koray Gençerler kir. Di dewreya yekemîn deqîqe 8’emin de Diyarbakırspor pir nêzî golê bû. Bebbe li derveyî warê cezayê tund li gokê da gok li dîreka jorê yê qeleyê vegeriya. Di têkoşîna dewreya yekemîn de gol nehatin û bi 0 – 0 encam bû.
Di deqîqeya 83.’emîn de Ayman di 25 metre dûrahiyê de tund li gokê da û gihand tora qeleyê û bi vê Diyarbakirspor 1 – 0 derket pêş.
Di deqîqeya 90’ê de Andre Santos bi serê xwe topa ku ji kornerê hate vegerand golê maç bi 1 – 1 encam bû.
Di deqîqeya 90 + 4 de Mehmet Topuz qerta sor dît. gokbazên Fenerbahçe ji stadê bêyî ku daxuyanî bidin veqetiyan û yên Diyarbakırsporê ji ber ku di deqîqeya dawî de serfirazî ji destê xwe berdane xemgîniya xwe anîn ziman.
Di maçên dîtir ên Lîga Super a Turkcellê maçên hefteya 20’emîn de Kasımpaşa û Antalyaspore 2 – 2 wekhev man û Sivasspore li hemberî Denizlisporê 2 – 0 serket.
Di 8 musabeqeyên Lîga Super de bi giştî 19 gol hatin avêtin û 4 maçan de tîmên xwemalî ji sehayê bi serkeftî veqetiyan û 4 maçan de jî tîm wekhev man.
Di 20’emîn hefteya Lîgê de encamên ku hatine girtin u rewşa puanan wiha ne:
Ankaraspor - Gaziantepspor: 0 - 3 (Bibiryar)
Beşiktaş - Gençlerbirliği: 4 - 1
Eskişehir - İstanbul Şaredariya Mezin 2 - 1
Kayserispor - Galatasaray: 0 - 0
Kasımpaşa - Antalyaspor: 2 - 2
Sivasspor - Denizlispor: 2 - 0
Ankaragücü - Bursaspor: 0 - 0
Trabzonspor - Manisaspor: 3 - 0
Fenerbahçe - Diyarbakırspor: 1 - 1
Rewşa Puanan
Tîm L S W T A X P Av
1. Fenerbahçe 20 14 2 4 40 20 44 20
2. Galatasaray 20 13 4 3 39 22 43 17
3. Bursaspor 19 12 3 4 37 18 39 19
4. Kayserispor 20 11 6 3 30 14 39 16
5. Beşiktaş 19 11 5 3 25 11 38 14
6. Trabzonspor 20 11 3 6 38 23 36 15
7. Eskişehirspor 20 8 7 5 25 20 31 5
8. Gençlerbirliği 20 8 6 6 28 22 30 6
9. İstanbul Şr. Mz 19 8 5 6 26 29 29 -3
10. Antalyaspor 20 8 4 8 29 24 28 5
11. Gaziantepspor 20 7 6 7 25 22 27 3
12. Kasımpaşa 19 5 6 8 30 34 21 -4
13. Ankaragücü 20 4 8 8 22 25 20 -3
14. Diyarbakırspor 20 4 8 8 19 28 20 -9
15. Sivasspor 20 6 2 12 25 37 20 -12
16. Manisaspor 20 4 7 9 16 23 19 -7
17. Denizlispor 20 1 4 15 13 35 7 -22
18. Ankaraspor 20 0 0 20 0 60 0 -60
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Werziş
|
|
Ji Diyarbekirsporê îtiraz heye |
Hemû |
|
, Adar 13th 2010 2:23 PM |
||
Hewlêr, 13 Adar (AKnews) – Direktorê Teknîkê yê Diyarbekirsporê Güvenç Kurtar got, "Heke dê pirsgirêka li başûrrojava bi jêbirina 3 puanên me çareser bibe, hema 13 puanên me...
- Goga sor bo piştgiriya AIDS 'ê dor dibe
- Dewra rahênana Almanyayê dest pê kir
- Li Şirnexê şampiyonaya tekvandoyê
- Di Super Lîgê de maçên paşxistî leyîstin
- Di lîga Tirkiyeyê de hefteya 24ê qediya
- Tabloya Super Lîga Tirkiyeyê
- Kupaya Cîhanê di bin garantiya Interpolê de ye
- Îro maça Diyarbekirspor û Bursasporê heye
- Rovanşa maça bibûyer li Diyarbekirê ye