Werziş

AKnews sporê kopa şampiyonê bilind kir

, Sibat 4th 2010 8:16 AM
 


AKnews football team
Hewlêr, 4 Reşemî (AKnews) – Di lîstina lîga dawiyê ya Futbola dezgehên ragihandinê ku ji hêla konsûlxaneya Holanda û Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê li Hewlêrê hatibû sazkirin, tîma futbolê ya AKnewsê li hemberî tîma Radio Dengê Hewlêrê bi ser ket.

Di hevrikiyekê de ku Balyozê Holandayê li Iraqê Ernesto Arim û Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê amade bûn, tîma AKnewsê karî bi encama (3-4) li hemberî Radio Dengê Hewlêrê bi ser bikeve û Kupa Şampiyonê bilind bike.

Golên AKnewê Zana Ebdula 2 gol û Tehsîn Îbrahîm û Rewa Hadî her yek ji wana golek avêtin.

AKnews football teamPiştî lîstinê Berpirsê Navenda Bilind a Hewlêrê yê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê Şîrzad Ebdulsemed ji AKnewsê re got, “Astê lîstinê xurt bû û tîma AKnewsê ciwan bûn û di lîstinê de jî pir xurt derketin”.

Rahênerê tîma AKnewsê Saman Karîn ji AKnewsê re wiha got, “Ji ber ku gogbazên me xwendî ezmûneke baş in û bi dilsozî planan pêk tînin,  bi ser ket.

Lîga dezgehên ragihandinê yên bajarê Hewlêrê ku mehekê dom kir bi berpirsyaretiya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê û bi çavedêriya konsûlxaneya Holandayê hate lidar xistin ku 24 dezgehên ragihandinê yên dîtbarî, nivîskî û bihîskî beşdar bûn.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Werziş

 

Daûm: Şampiyonî kete zorê

Hemû

, Adar 14th 2010 9:55 AM

Stenbol, 14 Adar (AKnews) – Maçên heftiya 25’emîn a Lîga Superê ya Turkcelê, duh êvarê bi maça Gençlerbîrlîgî-Fenerbahçe hate dewamkirin. Maç 0-0 ma. Li gorî nûçeya CHA’yê...

 
 
 

MORE NEWS