Werziş
Pişkên EURO 2012'ê 7'ê Reşemiyê ne
, Sibat 3rd 2010 7:28 AM
Hewlêr, 3 Reşemî (AKnews) – Pişkên hilbijartina grûban ên Şampiyoniya Ewropa Futbol 2012 (EURO 2012), 7'ê Reşemiyê ne.
Di malpera UEFA'yê de hatiye destnîşankirin ku pişkên hilbijartina grûban ên Şampiyoniya Ewropa Futbol 2012 (EURO 2012) ku Polonya û Ukrayna bi hev re li dar dixin, dê 7'ê Reşemiyê roja yekşemê li varşovayê bêne avêtin. Pişkavêtin ku dê Qesra Zanist û Kulturê bête pêkanîn dê di saeta Tirkiyeyê 13:00'ê dest pê bike.
Hilbijartina ku dê 51 tîm dê beşdarî, dê li gorî rêza tîmên milî ya UEFA'yê dabeşî 6 kîsan bête kirin. Di encama pişkavêtinê de 9 grûb dê bêne diyarkirin, 6 ji wana dê ji 6 tîman, 3 ji vana jî ji 5 tîman pêk bê.
Maçên hilbijartinê dê di navbera Îlona 2010 – Kewçêra 2011'ê de bêne leyîstin.
Di encama vê de tîmên dibin yekemîn û yên duyem, tevê malovanên turnuvayê Polonya û Ukraynayê dê beşdarî fînalê bibin.
Kîsên Hilbijartina Grûban a EURO 2012'ê wiha ye:
1. Kîs: Îspanya, Almanya, Hollanda, Îtalya, Brîtanya, Xırwatistan, Rûsya, Fransa, Portekiz
2. Kîs: Yunanistan, Komara Çek, Swêd, Swîsre, Sırbistan, Tirkiye, Danimarka, Slovakya, Romanya
3. Kîs: Israil, Bulgaristan, Finlandiya, Komara Îrlanda, Norwêc, Îskoçya, Bosna Hersek, Îrlandaya Bakur, Avusturya
4. Kîs: Slovenya, Letonya, Macaristan, Litvanya, Belarus, Belçika, Galler, Makedonya, Qıbrısa Rom
5. Kîs: Qeredax, Arnavutluk, Estonya, Gurcistan, Moldovya, Îzlanda, Ermenistan, Qazaxistan, Liechtenstein
6. Kîs: Azerbaycan, Luksemburg, Malta, Giravên Faroeyê, Andora, San Marino.
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Werziş
|
|
Di Super Lîgê de maçên paşxistî leyîstin |
Hemû |
|
, Adar 11th 2010 8:18 AM |
||
Hewlêr, 11 Adar (CHA/AKnews) – Maçên paşxistî yên hefteya 18'ê ya Turkcell Süper Liga Tirkiyeyê duhî leyîstin. Maçên di Super Lîgê hefteya 18'ê de diviya bihata leyîstin, ji ber...
- Di lîga Tirkiyeyê de hefteya 24ê qediya
- Tabloya Super Lîga Tirkiyeyê
- Kupaya Cîhanê di bin garantiya Interpolê de ye
- Îro maça Diyarbekirspor û Bursasporê heye
- Rovanşa maça bibûyer li Diyarbekirê ye
- Di Kupaya Asyayê de sibê maç hene
- Keçên Colemêrgê bûn gol û bariyan
- Vancouver 2010 bi dawî hat
- Galatasarayê lîderiya xwe perçûm kir