Siyaset

Li ser gundê Fîsê serdagirtin

, Mijdar 29th 2009 3:59 PM
 


Diyarbekir, 29 Sermawez (AKnews) – Piştî ku DTP’î ji gundê Fîsê veqetiyan leşkeran êriş birin ser mala Zoğurluyan ku di 27’ê Sermawezê 1978 de PKK tê de hatibû damezrandin.

lice2DTP’î, pîştî pîrozbahiyên cejnê yên navçeya Licê, çûn gundê Fîs ku DTP 31 sal berê têde hatibû damezrandin û li wê derê şitlên daran çikandin. Cigira Serokê Koma DTP’ê Gülten Kışanak, Parlamenterê DTP’ê yê Colemêrgê Hamit Geylanî, Serokbajarê DTP’ê yê Diyarbekirê Fırat Anlı, şaredarên navçeyan, û xwişka pêşengên kadroyên PKK’ê Xeyrî Durmuş Zekiye Durmuş, bavê Mazlum Doğan Kazım Doğan, diya wî Kevire Doğan û xwişka Aleddin Zuğurlu Piroze Zoğurlu û gelek welatî tevli ziyareta gundê Fîsê bûn.

Di serdanê de Piroze Zoğurlu malê ku civîn têde hatibû kirin nîşan da. Piştre heyeta DTP’ê û welatiyan li bexçeyê malê de şitlên darê çikandin. Li vê derê Serokbajarê DTP’ê yê Diyarbekirê Fırat Anlı axaftinek kurt kir û got, bila aştî û biratî bi van şitlan re mezin bibe û pêşbikeve.

Piştî ku heyeta DTP’ê ji gunê Fîsê veqetiya leşkeran avêt ser gund. Li gorî destûra ku ji Serdozgeriya Licê hatibû girtin di malê Zoğurluyan de lêgerîn hate kirin. Li ser îdiaya ku dokumantên PKK’ê li mal hene lêgerîn çêbû û leşkeran dest danîn ser fotoyên Öcalan û malbata Zoğurluyê.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

'Ispat bû ku Kerkûk ya Kurdistanê ye'

Hemû

, Adar 11th 2010 3:39 PM

Hewlêr, 11 Adar (AKnews) - Nûnera parêzgeha Kerkûkê ya li parlamentoya Iraqê Tanya Telet Gilî got ku bi vê encamê xuya bû ku Kerkûk ya Kurdistanê ye.Li gorî nûçeya dengê azad,...

 
 
 

MORE NEWS