Siyaset
Davutoğlu: Eleqeya vebûna ermeniyan û Nabucco tune ye
, Mijdar 29th 2009 12:55 PM
Enqere, 29 Sermawez (AKnews) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu destnîşan kir ku, tu eleqeyek nêzikbûna Tirkiye û Ermenistanê bi Projeya Nabucco re tune ye.
Davutoğlu, pirsiyarnameya Parlamentera CHP’ê Canan Arıtman a derbarê protokola ku bi Ermenistanê re hatiye îmzekirin de pirsî bû bersivand. Di bersivê de Davutoğlu got, xebatên başkirina têkiliyan bi Ermenistanê re yekem car di sala îlankirina serxwebûna Ermenistanê yê 1991 despêkiriye lê ji ber hinek sedeman nehatiye encam kirin.
Davutoğlu protokola 10’ê Cotmeha 2009 ku bi navbeynkariya Swêdê hatibû çêkirin jî bibîranî û got, tu carî bercewendiyên Azerbeycanê nehatine paşçavxistin. Davutoğlu got, heta li Başûrê Kafkasya başbûnek giştî nebe bi başbûna têkiliyên du welat başbûnek giştî çênabe û “protokol bi vê armancê sevkê Parlamentoyê hatine kirin û kengê bêne îmzekirin ew ji Parlamentoyê re maye.”
Davutoğlu derbarê başbûna têkiliyên Ermenistan û Tirkiyeyê û xwekêşandina Azerbaycanê de jî got, “Azerbaycan welatê destpêkê ye ku dê gaza xwezayê bo vê projeyê bide. Her wiha Tirkmenistan û Iraq jî dê bide û ger konjuktorên navneteweyî rewa bin dê gaza Îranê jî bête kirîn. Ev yek bo bi Ewropayê re başbûna têkiliyên Azerbaycanê jî baş e. Tû têkiliya projeya Nabucco û başbûna têkiliyên Ermenistanê û Tirkiyeyê tune ye.”
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Siyaset
|
|
Îro dema yasayî ya Parlamentoyê diqete |
Hemû |
|
, Adar 15th 2010 11:44 AM |
||
Hewlêr, 15 Adar (AKnews) – Piştî bidawîhatina dewama fermî ya îro, dema yasayî ya karê Parlamentoya Iraqê bi dawî tê.Endama Parlamentoya Iraqê Taniya Telet ji AKnewsê re ragihand,...
- Ji sedî 50 hejmartina dengan bi dawî hat
- Nûnerê NY’ê hate Hewlêrê
- PKK: Em Osman Ocalan nas nakin
- Ocalan ji PKK’ê û dewletê re name şandin
- Encamên hilbijartina Bexda û Nînovayê eşkere bûn
- Nûnerê Sekreterê NY’ê yê tê Helwlêrê
- AKP 19 pûan li pêşiya CHP’ê ye
- Mesûm: Berjewendiyên gel mercên me ne
- Osman: Kurd bi Şîeyan nêzîktir in