Siyaset
Öcalan: Ez xistime çala mirinê
, Mijdar 28th 2009 10:45 AM
Diyarbekir, 28 Sermawez (AKnews) – Lîderê PKK’ê Abdullah Öcalan, di hevdîtina xwe ya hefteyî ya bi parêzerên xwe re de got, girtîxaneyê ku têde bû hatiye guhertin û cihê hêj ten û bêhewa de dimîne û ew xistinê nava çala mirinê.
Li gorî nûçeya ku di ANF’ê de cih girtiye Öcalan got, girtixaneya nû tenduristiya wî nebaş dike û rewşa wî çiqas diçe xerab dibe. Öcalan got, “Tenduristiya min ji ber şertên vê derê çiqas diçe xerab dibe. Bêhewayî hemû fonksiyonên laşê min tesîr dike. Serê min diêşîne û ev yek konsantra min xera dike.”
Öcalan got, ji ber daxuyaniyên ku daye parêzeran 20 roj cezayê hucreyê girtiye û kesên ku ji PKK’ê revîne ji hêla Tirkiyeyê ve dê bêne bikaranîn.
Öcalan got, di çaraserkirina pirsgirêka kurd de AKP asteng e û armanca hikumet û dewletê tasfiyekirina DTP’ê ye.
Di hevdîtinê de mijara Dêrsimê jî anî ziman û got, “Onur Öymen, di nava CHP’ê de kesê herî binamûs û durust e. Xeta rastiya CHP’ê aniye ziman. Ji Kemal Kılıçdaroğlu û elewiyên dîtir ên CHP’î hêj durustir e. Yên ku xiyaneta xwe û dîroka xwe dikin kesên wek Kılıçdaroğluyê ne.”
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Siyaset
|
|
Elawî û Haşimî hatin Hewlêrê |
Hemû |
|
, Adar 13th 2010 10:34 AM |
||
Hewlêr, 13 Adar (AKnews) – Serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Elawî û yek ji serkirdeyên wê lîsteyê Tariq Haşimî hatin Hewlêrê û çav lê ye bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd...
- Tevgere Îslamî: PDK’ê em nexapandine
- Talebanî: Jinan kêm deng bi dest anîne
- Lîsteya Goran bo hilbijartina Talebanî tu nêrîn nîn e
- Ebdulkerîm: Tohmetên pişt Husênî bê belge ne
- Atalay: Tirkiye normalîze dibe
- Sefîrê Swêdê: Em ê piştgiriya bo YE'yê bidomînin
- Konsolosê Tirkiyeyê dest bi kar kir
- Erdoğan naçe Swêdê
- Biden: Îsraîl dostê me yê herî nêz e