Siyaset

Tuğluk: Muxatabê pirsgirêka kurd DTP ye

, Mijdar 28th 2009 10:45 AM
 


Enqere, 28 Sermawez (AKnews) – Arîkara Serokê Giştiyê DTP’ê û Parlamentera Diyarbekirê Aysel Tuğluk got, şertên hundir û derve çareserkirina pirsgirêka kurd ferz dikin û “DTP, muxatabê pirsgirêkê ye, bo çareserî jî kilîtek girîng e. Divê êdî ev pirsgirêk bi riyên demokratîk û siyasî bête çareserkirin.”

aysel_tugluk
Tuğluk, derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd û “vebûna demokratîk” de nêrinên xwe AKnewsê re anîn ziman. Tuğluk got, Tirkiye di warê pirsgirêka kurd de ketiye merheleyek nû û “niha em ne di pêvajoyek çareseriyê de ne, lê bo çareserî demek nû destpêkir û ev pêvajo dê bimeş e.” Tuğluk got, hem şertên hundir û hem jî yên derve bo çareserkirina pirsgirêkê siyasetên cûda ferz dikin û derbarê şertên derve de jî wiha axivî:

“Bi taybet, siyasete DYA bi Obama re guherî û ev yek jî tesîrek li ser pirsgirêkê dike. DYA hêj zêde dixwaze pirsgirêk bi riyên demokratîk û diyalogê çareser bibin. Di vê warê de Tirkiye kir muttefîkê xwe. Ji bo vê rolê bilîze divê Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike.”

Tuğluk derbarê sedemên hundir de jî got, “siyaseta tundiya 30 salan a hemberî kurdan îflas kir. Tirkiye bo çareserkirina pirsgirêka kurd dixwaze rêbazek nû bibîne. Piştî pêvajoya pevçûna 30 salan rayedarên dewletê hatin noxteyek nû.”

Tuğluk got, ew jî wek DTP’ê pêvajoyê bi awayek stratejîk hildidin dest û hem di warê mêjî û hem jî di warê bernameyê de ketine pêvajoyek nûbûnê. Em jî difikrin û nîqaş dikin ku dê çawa pirsgirêkê çareser bikin. Di vê warê de DTP muxatabê pirsgirêkê ye. Bo çareseriyê kilîtek girîng e. Divê ev pirsgirêk êdî bi riyên siyasî û demokratîk çareser bibe. Bo çareseriyê DTP rolek girîng hildaye serê xwe.”

Tuğluk got, yê ku pêvajoyê bi awayek rast birêve bibe dê serkeve û yê ku bixwaze asteng bikê di binî pêvajoyê de dê bimîne. Tuğluk derbarê rola Komîsyona Şêwirmendî û Guftogoyê de jî wiha axivî:

“Komîsyon bo meşandina pêvajoyê dê kar bike. Ser siyaset, stratejî û aliyên pratîkiyên pevajoyê nîqaş dike. Li gori pêşketinan dê siyasetê bimeşîne. Dikare biryarên ku herkesî girêbidin bigre. Bi hikumet, dewlet, partiyên siyasî û saziyên sivîl re dê hevdîtinan çêbike.”

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Erdoğan naçe Swêdê

Hemû

, Adar 12th 2010 10:49 AM

Hewlêr, 12 Adar (AKnews) – Hikûmeta Tirkiyeyê nerazîbûneke tund nîşanî qebûlkirina pêşnûmebiryara Parlamentoya Swêdê ya binavkirina "tevkujiyê" a bo bûyerên 1915'ê...

 
 
 

MORE NEWS