Siyaset

Halisê DTP’î, dibistanên Gülen ên Dêrsimê ji Serokwezîr pirsî

, Mijdar 25th 2009 8:39 AM
 


Dêrsim, 25 Sermawez (AKnews) – Parlamenterê Dêrsimê yê DTP’ê Şerafettin Halis, pirsiyarnamekî da Serokatiye Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) û ji Serokwezîr Erdoğan pirsyar kir ku, dibistanên Cemaeta Fethullah Gülen ku li Dêrsimê ne, armaca asîmîle kirina elewiyan dimeşînin an nameşînin.

Serafettin Halis
Parlamenter Şerafettin Halis, derbarê dibistanên Cemaeta Fethullah Gülen ku li Dêrsimê ji hêla Wezîrê Dewletê Faruk Çelik ve hatin vekirin, bi daxwaza bersivdayîna Serokwezîr Erdoğan pirsiyarnamekî da Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê. Halis di pirsiyarnameyê de got, di dema serdanaSerokomar Abdullah Gül a Dêrsimê de vekirina Koleja Taybeta Mûnzûrê hatiye kirin û vana pirsîn:

1- Gelo tu têkiliya hikumetê bi Cemaeta Gülen re heye? Ger têkiliya we tune ye, Wezîrê Dewletê Br. Faruk Çelik bi kîja navê Koleja Taybeta Mûnzûrê vekir?

2- Hûn siyaseta asîmîlasyona ku Fethullah Gülen li hember elewiyan dide meşandin û heqareta ku li elewiyên Dêrsimê kirine rast dibînin?

3- Li hember ji hêla Cemaeta Fethullah Gülen ve helandina elewiyan û hewldanên kirina sunnî gelo hûn wek hikumetê ku “Konferansên Elewiyan” li dar dixin, hûn bergiriyek difikrin?

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Atalay: Tirkiye normalîze dibe

Hemû

, Adar 12th 2010 2:17 PM

Enqere, 12 Adar (AKnews) – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Beşir Atalay, dyar kir ku bo wan demokrasî beriya her tiştî ye û got, "Ez gelekî kêfxweş in, Tirkiye normalîze...

 
 
 

MORE NEWS