Siyaset

Êrişa li ser konvoya DTP’ê hate şermezarkirin

, Mijdar 24th 2009 1:30 PM
 


Riha, 24 Sermawez (AKnews) – Parlamenterê Riha yê DTP’ê (Partiya Civaka Demokratîk) İbrahim Binici û Serokbajarê DTP’ê İbrahim Ayhan, êrişa ku li İzmirê ser konvoya DTP’ê hate kirin şermezar kirin. Binici got, AKP ne ji dil e.

Binici
DTP’î bo nirxandina xebatên partî di Buroya Pêwendiyên DTP’ê de bi rayedarên partiyê re civiyan û nerînên xwe derbarî êrişa li ser konvoya DTP’ê anîn ziman.

Parlamenter İbrahim Binici rexneyên giran li ser hikumeta AK Parityê kirin û “Di dema hilbijartinan de amirên mulkî wek serokbajarên AKP’ê kar kirin û Serokwezîr Erdoğan jî siyasetek du rû dimeşîne. Wezîrê dadê jî bi fasa fîsoyan hevserokan esîr digre. Ger ji Abdullah Öcalan aarîkarî hatibiya xwestin dê kiriba. AKP ne ji dil e. Bi destên qirêj siyaset dike.”

Binici êrişa li ser konvoya DTP’ê yê li İzmirê jî şermezar kir û got, “yên ku vê kirine, kesên bi fikrê faşîstî ne.”

Serokbajarê DTP’ê İbrahim Ayhan jî got, ew êrişa li ser konvoya DTP yê İzmirî bu tundî şermezar dikin.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Çelik: Li ser xwîna zarokan divê pirîm neyê kirin

Hemû

, Adar 13th 2010 9:47 PM

Hewlêr, 13 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê Arîkarê Serokê Giştiyê AK Partiyê Hüseyin Çelik got, ew bo gaveke zûtir teror bi dawî bibe xebatê dikin û mafê tu kesî tune ye ku li ser...

 
 
 

MORE NEWS