Siyaset
Rêxistina CHP yê Çelê îstîfa kir
, Mijdar 24th 2009 12:42 PM
Colemêrg, 24 Sermawez (AKnews) – Rêxistina CHP’ê yê navçeya Çelê bo protestokirina Onur Öymen bi tevahî ji partiyê îstîfa kir.
Sernavê rêxistina CHP ê Çeleyê, li ber Parka Şaredariyê seroknavçeyê Çelê Mehmet Selim Tunç duhî daxuyaniyek çapemenî da û got, wan ji bo protestokirina gotinên Arîkarê Serokê Giştiyê CHP’ê Onur Öymen ên li ser Qetlîama Dêrsimê bi tevahî ji partiyê îstîfa kirine.
Tunç got, daxuyaniyên ku rojên dawî CHP dide û ji televizyonan şahid dibin şermezar dikin û nerîna CHP a derbarê kurd û elewiyan de tê zanîn.
Tunç got, di bajarên kurdan de bi hezaran kes hatin kuştin û CHP hemberî vê bêdeng maye û “Mirovên Rojhilat û Başûrê Rojhilat dê qêrîn û aştiyê dixwazin. Em jî wek Rêxistina CHP ê Çelêya Colemêrgê bi 22 kesan tevahî jî partiyê îstîfa kirine û daxwaznameya xwe bo navenda giştî şandine.”
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Siyaset
|
|
Ocalan ji PKK’ê û dewletê re name şandin |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 9:38 PM |
||
Diyarbekir, 14 Adar (AKnews) – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmrali ya Tirkiyeyê ye, aşkera kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji PKK’ê û dewleta Komara...
- Encamên hilbijartina Bexda û Nînovayê eşkere bûn
- Nûnerê Sekreterê NY’ê yê tê Helwlêrê
- AKP 19 pûan li pêşiya CHP’ê ye
- Mesûm: Berjewendiyên gel mercên me ne
- Osman: Kurd bi Şîeyan nêzîktir in
- Ji Serokwezîrê Swêdê bo Erdogan telefon
- Bêhnvedana Parlamentoyê bi dawî hat
- Şandeke kurd çû Londonê
- Çelik: Li ser xwîna zarokan divê pirîm neyê kirin