Siyaset
Bo Balyozê Tirkiye yê li Iraqê tawanbarî
, Mijdar 9th 2009 2:47 PM
Hewlêr, 9 Sermawez (AKnews) – Endamê Lîsteya Hevpara Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Abdulbarî Zebarî got, Balyozê Tirkiyeyê Murat Özçelik beşdarî rûniştina dengdayîna yasaya hilbijartina Iraqê bûye û ev yek “mudaxelekirina karên hundirê Iraqê ye.”
Abdulbarî Zebarî di heman demê de endamê Komîsyona Pêwendiyên Derveyê Parlamentoya Iraqê ye û di peyama xwe de got, “Lîsteya Hevpara Kurdistanê derheqê vê hewldana balyozê Tirkiyeyê ji Wezareta Hundir ê Iraqê bersiv dixwaze. Lewra peywira dîplomatan têkiliyan bihêzkirine, ne mudaxelekirina karên hundir e.”
Endamê Lîsteya Hevpara Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Rauf Osman jî got, Murat Özçelik bi hinek parlamenteran re bo Kerkûkê “dayîna statuyek taybet” xwestiye û “Tu dîplomat ne xwedî mafê mudaxelekirina karên hundirê welatek dîtir e.”
Ji aliyî dîtir li gorî nûçeyek malpera resmî ya Parlamentoya Iraqê, roja Çarşemê Serokê Parlamentoya Iraqê Eyad Samerayî û Murat Özçelik derbarê yasaya hilbijartinê û kêşeya Kerkûkê de hevdîtinek pêkanîne.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Siyaset
|
|
Îro dema yasayî ya Parlamentoyê diqete |
Hemû |
|
, Adar 15th 2010 11:44 AM |
||
Hewlêr, 15 Adar (AKnews) – Piştî bidawîhatina dewama fermî ya îro, dema yasayî ya karê Parlamentoya Iraqê bi dawî tê.Endama Parlamentoya Iraqê Taniya Telet ji AKnewsê re ragihand,...
- Ji sedî 50 hejmartina dengan bi dawî hat
- Nûnerê NY’ê hate Hewlêrê
- PKK: Em Osman Ocalan nas nakin
- Ocalan ji PKK’ê û dewletê re name şandin
- Encamên hilbijartina Bexda û Nînovayê eşkere bûn
- Nûnerê Sekreterê NY’ê yê tê Helwlêrê
- AKP 19 pûan li pêşiya CHP’ê ye
- Mesûm: Berjewendiyên gel mercên me ne
- Osman: Kurd bi Şîeyan nêzîktir in