Siyaset

Serokê Baroya Wanê Çabuk: Bila kurd jî tirk jî empatî çêbikin

, Cotmeh 25th 2009 9:48 AM
 


Wan, 25 Cotmeh (AKnews) – Serokê Baroya Wanê Ayhan Çubuk got, divê xwêpeşandanên bo pêşwazîkirina komên ku ji hêla PKK’ê ve hatine şandin zêde neyên mezinkirin û “ divê kurd jî tirk jî empatî çêbikin.”

a-cabuk
Li Avahiya KESK’ê Şaxa Wanê, li ser 27 Saziyên Civaka Sivîl daxuyanî hate xwendin û paşê Serokê Baroya Wanê Ayhan Çabuk pirsên rojnamegeran bersivandin. Çabuk li ser pirsa derbarî nîqaşên ku ser li Deriyê Sînorê Xabûrê pêşwazî kirina komên ku ji hêla PKK’ê ve hatine şandin de wiha axivî:

“Divê teşeya pêşwazîkirinê xwezayî bête nirxandin. Ez şaş nabînim. Mirov bi hêviya ku ‘aştî tê’ kêfxweş bûne. Lê divê li vir empatî bête çêkirin û yên vir jî haletê ruhê yên ku li rojavayêne û zarokên xwe winda kirine fêm bikin. Di heman şêweyê, yên rojavayê jî divê hestên yên ku bi salane li vê derê dijî fêm bikin. Êdî tu kes şer naxwaze. Partiyên muxalefetê divê hêj zêdetir bi heşyarî tevbigerin.”

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Encamên hilbijartina Bexda û Nînovayê eşkere bûn

Hemû

, Adar 14th 2010 1:56 PM

Bexda, 14 Adar (AKnews) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê encamên destpêkî yên dengdana her du parêzgehên Bexda û Nînovayê ragihand.Payvdarê Komîsyona Bilind...

 
 
 

MORE NEWS