Siyaset

'Piştî Cejnê cîgirê serokwezîrê Iraqê diyar dibe'

, Îlon 15th 2009 1:29 PM
 


/Iraq-Kurd/

'Piştî Cejnê cîgirê serokwezîrê Iraqê diyar dibe'

Silêmanî, 15 Îlon (AKnews) – Axaftinbêjê Hevpeymaniya Kurdistanî, "Piştî Cejna Remezanê danandina Dr. Fûad Mahsûm bo cîgiriya Serokwezîrê Iraqê, digel PDK ê diyar dibe' ragehand.
Fuad MasumAxaftinbêjê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlementoya Iraqê Firyad Rewanduzî, derbarî mijarê de bo AKnewsê, "Piştî Cejna Remezanê danan Dr. Fûad Mahsûm bo postê Cîgiriya Serokwezîrê Iraqê, di navbera Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Partî Demokratî Kurdistan (PDK) de diyar dibe" got.

Di berdewamiya axaftina xwe de Rewanduzî ev jî dazanîn:

"Derbarî danandina kesekî li şûna Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê berê Berhem Ehmed Salih de, heta niha biryara dawî nehatiye dayîn. Belê em, wek Yekîtî Niştîmanî Kurdistan, di kombûna xwe ya dawî de me biryar da ku Dr. Fûad Mahsûm bo ew post e helbijêrin. Bêguman ev jî piştî kombûna digel Partî Demokratî Kurdistan dibe û di vî warî de rêkeftin pêdivî ye. Belê heta niha li ser vê mijarê bi şêweyekî yekser bi Partî re em nepeyivîne."

Ji layekî din ve Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Letîf Reşîd, "Ew nûçeyên ku derbarî min de derçûne ke goya ez bo 'cîgiriya Serokwezîrê Iraqê hatime destnîşankirin' ji binî de ne rast in. tenê ez bi wê yekê agahdar im ku Berhem Salih dest ji kar kêşaye û Malikî jî dest ji karkêşana wî pesend kiriye. Heta niha bi fermî hîç kesek bo vî potî nehatiye danandin" dazanîn.

dş AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Karayılan: Xwînrêtin çareserî nîn e

Hemû

, Sibat 8th 2010 3:20 PM

Diyarbekir, 8 Reşemî (AKnews) - Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan – KCK'ê Murat Karayılan, diyar kir ku daxuyaniya wan a hefteya borî "dihat wateya şer" ji ber...

 
 
 

MORE NEWS