BDP sibê li Wanê mîtîngek mezin saz dike

14/06/2012 19:08


Hewlêr, 14 Hezîran (AKnews) - Rêxisdtina BDP’yê ya Wanê, bang li gelê Wanê kir ku sibê bi tevlêbûnek xurt beşdarî mitîgê bibin. Endam û rêveberên BDP'ê li gelek tax û kolanan belavok belav kirin û banga tevlêbûnê kirin.

bdp logoLi gorî nûçeya ANF, rêxistina BDP’a Wanê ji bo girtin û binçavkirinên şaredar û rêveberên BDP'î şermezar bike dê sibê li Wanê mîtîngê pêk bîne. Endam û rêveberên BDP'ê beriya mîtingê li tax û kolanan belavok belav kirin û banga tevlêbûnê kirin. Hevseroka Rêxistina BDP’ya Wanê Mîhrîban Şah, diyar kir ku dê sibê li hemberî girtinên şaredar û rêvebarê xwe mîtîngê pêk bînin û wiha got: "Hefteyek berê 14 kes li Wanê hatin girtin û vê hefteyê jî Şaredar û rêveberên wan jî di nav de 10 kes hatin girtin. Dê Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selehattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak tevlî mitînge bibin. Em li bendê ne ku 10 hezar welatî tevlî mitîngê bibin."

Serokê Rêxistina BDP’ê yê Navçeya Navendî ya Wanê Rafet Taş jî diyar kir ku dê sibê bi tevlêbûnek gelek mezin li ber Şaredariya Wanê dê mitîngê pêk bînin û wiha got: “Ji bo ku vîna me serbest bê berdan em dê sibê dengê xwe bilind bikin. Em bang li gelê Wanê dikin ku li vîn û şaredarên xwe xwedî derkevin. Ji bo terora AKP’ê li Kurdîsatanê bi dawî bibe em dixwazin her kes bertekên xwe bînin ziman. Em dê sibê saet di 16.00’an de li ber şaredariyê mîtîngê pêk bînin."

Pişt re Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, rêveberên BDP’yê, alîgir û wekîlên Şaredarê Wanê, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî, Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê 6 kom ava kirin û derketin nava tax û kolanan belavokan belav kirin. Komên BDP'ê li kolana Cumhuriyetê, Bazara Gel a Mezin, Kolana Maraşê u li gelek qadên bajêr xebatên mitîngê meşandin. Wêneyên Şaredar Bekîr Kaya jî bi dikanên esnafan ve hatin daliqandin.

sm AKnews