200 kesatiyên siyasî û dîplomasî gihiştine Bexdayê
27/03/2012 12:16
Bexda,
27 Adar (AKnews) – Hikûmeta Iraqê ragihand ku 200 kesatiyên siyasî û dîplomasî
heta niha gihiştine Bexdayê bi mebesta beşdarîkirin di Lûteya Erebî de.
Şêwirmenda di ofîsa Serokwezîrê Iraqê de Meryem Reyis ji AKnewsê re daxuyand ku 200 kesatiyên siyasî û dîplomasî heta niha gihiştine Bexdayê û şandên serokatiyê jî dê êvara roja pêncşemê bigihin.
Reyis amaje kir ku Iraq hemû welatên erebî, jibilî Sûriya, vexwendî lûtkeyê kirine û rijde li ser serxistina lûtkeyê.
Biryar e, Lûtkeya welatên erebî roja pêncşema bê li bajarê Bexdayê bi beşdariya 21 welatan erebî û nêzîkî 12 serokên erebî dest bi karên xwe bike.
Di lûtkeya Bexdayê de, dê rewşa niha ya Sûriya û çend pirsên din ên girêdayî welatên ereban ve bêne gotûbêjkirin.
hm (AKnews)

