Tirkiye Balyozxaneya xwe ya li Şamê girt
26/03/2012 12:22Hewlêr, 26 Adar (AKnews) – Tirkiye ragihand ku ji ber xerabiya rewşa ewlehiyê, ew balyozxaneya xwe ya li Şamê paytexta Sûriyê digire.
Li gor ajansa France Press ya nûçeyan, Îro Tirkiyê ragihand ku balyozxaneya xwe ya li Şamê digire û daxwaz ji balyozê xwe yê li Sûriyê Omer Onhon û dîplomatên xwe kir ku vegerin Tirkiyê.
Lê heman çavkanî amajeyê pê dide ku konsulxaneya Tirkiyê ya li bajarê Helebê yê nêzîk ji sînorê Tirkiyê ve, hîn vekiriye û nehatiye girtin.
Berî niha jî Tirkiyê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Sûriyê dimînin kiribû ku ji Sûriyê vegerin Tirkiyê.
hr (AKnews)

