PJAK: Me tu têkilî digel Îsraîlê nîne

01/10/2011 09:43


Hewlêr, 1 Cothem (AKnews) – Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ebdulrehman Hacî Ehmedî ragihand ku wan tu têkilî digel Îsraîlê nîne li dijî Îranê.

Abdulrahman Haji AhmedHacî Ehmedî ji AKnewsê re got, “PKK û PJAK ku daxwaza mafê kurdan dikin, bûne sedema serêşiyê bo hikûmetên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê. Seranserê çiyayê Qendîl, hemû baregehên herdu hêzan e û me hertim bergirî li xwe kiriye ne ku êrîş.”

Derbarê zindîkirina peymaneke sêqolî ya di navbera Amerîka, Tirkiye û Îranê de bo ragirtina bordûmanên bo ser navçeyên sinorî yên herêmê, Ehmedî got, “Amerîka piştgirî li Tirkiyeyê dike û balefirên bêpîlot yên Amerîkayê hertim li Qendîlê di ser me re difirin û îstîxbarat didin Tirkiyeyê û Tirkiye jî agahdarî dide Îranê. Lewra, di şerê dijî gelê kurd de hevpeymanê hev in.”

Li ser îdiaya têkiliyên di navbera PJAK û Îsraîlê de bo lawazkirina desthilata Îranê serokê PJAKê got, “Me tu têkilî û rêkeftin digel Îsraîlê nîne.”

Serok PJAKê li ser gotinên serokê herêmê Mesûd  Barzanî jî ku gotibû ‘em şerê birakujiyê nakin lê heta serî li PKK û PJAK jî nayê qebûlkirin û divê ew jî reçavê berjewendiya herêmê bikin’ wiha axivî:

“Ew helwesteke neteweyî û kurdane ye û gelê kurd jî hêviya wê çendê ji Barzanî dike lê gelo PKK û PJAKê li dijî berjewendiya başûrê Kurdistanê çi kirine ku nayê qebûlkirin?”

ed (AKnews)