Siyaset

Encamên hilbijartina Bexda û Nînovayê eşkere bûn

, Adar 14th 2010 1:56 PM
 


Bexda, 14 Adar (AKnews) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê encamên destpêkî yên dengdana her du parêzgehên Bexda û Nînovayê ragihand.

Qasim AbudiPayvdarê Komîsyona Bilind Qasim Ebûdî di civîneke rojnamevanî de ku peyamnêrê AKnewsê jî amade bû wiha got, “Encamên destpêkî yên dengdana Bexdayê pêşketina Lîsteya Dewleta Yasa nîşan dide û piştî wê Lîsteya Niştimanî ya Iraqê û piştre jî Lîsteya Iraqiye tê”.

Ebûdî wiha pêde çû, “Li gorî encamên destpêkî yên Bexdayê Koma Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî 158 hezar û 763 deng bi dest aniye û Koma Niştimanî ya Iraqê 108 hezar û 125 deng û lîsteya Iraqiye bi serokatiya Eyad Elawî 104 hezar û 810 deng bi dest aniye”.

Ebûdî derbarê hilbijartina parêzgeha Nînova wiha got, “Encamên destpêkî li Nînovayê pêşketina Lîsteya Iraqiye bi 62 hezar û 212 dengan nîşan dide, piştî wê jî lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê bi 19 hezar dengan, Koma Niştimayî ya Iraqê 3 hezar û 508 deng û koma Dewleta Yasa jî hezar û 802 deng bidest xistine”.

Di hilbijartina Parlamentoyê de ku roja yekşemiyê hate pêkanîn, 19 milyon dengder yên 18 parêzgehên Iraqê û 1 milyon û 900 hezar dengder di 16 welatan mafê dengdanê hebûn ku tê de 6 hezar û 172 namzedên lîsteyên beşdar ku 803 ji wana jin bûn, hevrikiyê dikirin bo bidestanîna 325 kursiyan ku 82 kursî bo jinan e.


şm AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Guçlu: Bûyer têkildarî referandumê ne

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:35 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Guçlu ku li navçeya Dortyol a Hatayê di êrîşeke PKK'ê de kuştina 4 leşkeran û piştre hewldana lîncê ya li hemberî kurdan...

 
 
 

MORE NEWS