Nûçeyên Do
Found 11 article(s)
Kılıçdaroğlu: Bo min bibexşînin ez ê biçim Diyarbekirê |
Hemû | |
|
2010-09-05 14:28:09 |
||
Hewlêr, 5 Îlon (AKnews) – Li Tirkiyeyê serokê giştiyê partiya muxalefeta sereke Partiya Komargeriya Gel (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu got, piştî referandûmê bo diyarbekirî wî bibexşînin ew ê biçe Diyarbekirê.
Denîz: Tirkiye mercên PKK'ê bicih naîne |
Hemû | |
|
2010-09-05 14:04:03 |
||
Hewlêr, 5 Îlon (AKnews) – Berpirsê Pêwendiyên Derve ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ehmed Denîz diyar kir ku Hikûmeta Tirkiyeyê tu pêngavek bo wan mercên ku PKK di dema agirbestê de pêşkêş kirine, neavêtiye.
Parlamentoya Kurdistanê roja sêşemiyê dicive |
Hemû | |
|
2010-09-05 13:13:27 |
||
Hewlêr, 5 Îlon (AKnews) – Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê Firset Ehmed diyar kir ku dê berê cejnê, Parlamento rûniştina vekirina dewra nû ya yasadanînê saz bike.
Miroğlu: Divê Erdoğan biçe serdana gora Apê Mûsa |
Hemû | |
|
2010-09-05 12:55:07 |
||
Enqere, 5 Îlon (AKnews) – Nivîskar Orhan Miroğlu ku di sala 1992 de, nivîskarê navdar Mûsa Anter (Apê Mûsa) li gel hatibû kuştin û ew jî birîndar bûbû got, “Ez li bendê bûm ku, Serokwezîr li Diyarbekirê çûbûya serdana gora Mûsa Anter.
Şanda DTKê li Silêmanî ye |
Hemû | |
|
2010-09-05 12:17:36 |
||
Hewlêr, 5 Îlon (AKnews) – Şanda Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ku li Tirkiyeyê rêxistinkiriye, bi armanca ku bi Serokomarê Iraqê Celal Talebanî re hevdîtinê bike gihaşt Silêmanî. Şanda DTKê piştî hevdîtan bi Talebanî re îro li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re dê...
Rewta Sedir bi merc Ebdulmehdî qebûl kiriye |
Hemû | |
|
2010-09-05 11:21:40 |
||
Hewlêr, 5 Îlon (AKnews) – Peyvdarê Rewta Sedir Selah Obêdî diyar kir ku ew li namzedkirina Adil Ebdulmehdî bo postê serokwezîriyê nerazî nînin lê çend mercên wan hene.
Kurd piştevaniya namzedkirina Ebdulmehdî dikin |
Hemû | |
|
2010-09-05 09:36:59 |
||
Hewlêr, 5 Îlon (AKnews) – Endamê Koma Fraksiyona Kurdistanî Dîndar Doskî diyar kir ku wan tu têdîtin li ser namzedkirina Adil Ebdulmehdî bo postê serokwezîriyê nîne.
Baydemir: Ger asta boykotê ji sedî 51ê kêmtir be, ez berpirsiyarim |
Hemû | |
|
2010-09-04 23:01:44 |
||
Hewlêr, 4 Îlon (AKnews) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemir derbarê boykot kirina referandûma 12ê Îlonê ya guherîna destûra bingehîn got “Ger asta boykotê li Diyarbekirê ji sedî 51ê kêmtir be, ez berpirsyarim.”
Qedexeyên hilbijartinan li Tirkiyeyê sibê destpêdike |
Hemû | |
|
2010-09-04 18:37:34 |
||
Enqere, 4 Îlon (AKnews) – Li Tirkiyeyê qedexeyên hilbijartinan bo propagandeyên referanduma 12ê Îlonê ya guherîna destûra bingehîn, sibê destpêdike.
Demirtaş: Erdoğan wek operatorê geştê ye |
Hemû | |
|
2010-09-04 17:18:53 |
||
Hewlêr, 4 Îlon (AKnews) – Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Selahattin Demirtaş, mitînga Diyarbekirê ya Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan a bi 7 wezîr û 63 parlamenteran şiband “operatortiya geştê”.