Siyaset

Li Xaneqînê alozî: 6 birîndar hene

, Adar 10th 2010 11:14 AM
 


Kerkûk, 10 Adar (AKnews) – Li Xaneqînê ji ber aloziyên navbera alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Goranê 6 kes birîndar bûne, hevdem her du alî hevdu bi pêkanîna aloziyan tawanbar dikin.

puk and goran logoEfserê bingeha polîs yê nexweşxaneya Kelar Kameran Casim ji AKnewsê re ragihand, “Duhî di xwaringeheke bajarê Xaneqînê de şer di navbera alîgirên Lîsteya Goran û YNK’ê de derketiye û di encamê de 6 kes ji alîgirên Lîsteya Goran birîndar bûne”.

Casim wiha pê de çû, “Li gorî gotina birîndaran, şer berfireh bûye û polîsê Xaneqînê hatine nav aloziyan û li alîgirên Goranê xistiye”.

Namzedê Lîsteya Goran Mihemed Cewad ku yek ji birîndaran e ji AKnewsê re wiha got, “Ji bilî min çalakvanek û 3 alîgirên me bi kêran hatine birîndarkirin û alîgireke me jî qondaxa çekê hatiye birîndarkirin”

Serokê Koma Hevpeymaniya Kurdistanê yê parêzgeha Diyaleyê Hesen Cîhan ji AKnewsê re aşkera kir, “Di destpêkê de alîgirên Goranê endameke me ji dikanekê de der kirin û bi kom lê xistin û ji ber vê şer di navbera wan de qewimî”.

Bajarê Xaneqînê dikeve 155 kîlometriya bakurê rojhilatê Beqûbe û rûbera vê 2 hezar û 757 kîlometrê çargoş e, yek ji deverên cihê nakokiyan di navbera Hikûmeta Herêma Kurtdistanê û Hikûmeta Navendî de ye, piştî pêvajoya azadkirina Iraqê ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê birêve birin.

şm AKnews  

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Ocalan: Dikarim di çavdêriya NY'ê de çareseriyê pêk bînim

Hemû

, Temûz 30th 2010 12:33 PM

Enqere, 30 Tîrmeh (AKnews) – Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan,diyar kir ku bêyî muzakereyê pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û anî ziman ku dikare pêk bîne ku hêzên çekdar ên PKK'ê...

 
 
 

MORE NEWS