Siyaset
Gul: Ev kar wisa hêsan nîn in
, Sibat 8th 2010 1:58 PM
Hewlêr, 8 Reşemî (AKnews) - Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul li ser bibîrsixtina soa wî ya "dê tiştên baş çêbin" axivî û got ku "Ev kar wisa hêsan nîn in, di rojekê de çareser nabin."
Serokomar Abdullah Gul ji bo serdaneke fermî ya Hindistanê di balafirê de derbarê mijarên di rojevê de yên wekî, devjeniya li Parlamentoyê, Belgeya Siyasî ya Parastina Milî de daxuyaniyên girîng dan.
Li gorî nûçeya di medyaya Tirkiyeyê de, Gul, di nirxandina xwe ya ji bo rojnamevanan a di ser riya Tirkiye û Hindistanê de derbarê , Belgeya Siyasî ya Parastina Milî ku wekî 'efnaseyekê" di nav raya giştî de bi navê "makezagona nepenî" û "kitêba sor" tê binavkirin de daxuyaniyên girîng dan.
Gul, diyar dikir ku ev belgeya ku her 5 salan carekê tête guhartin, 2005 û 2010'ê di çar.oveya guhartinên derve û hundir de gelek ber guhartinê ketiye û pirsa "Te herî dawîn belge kengî xwendiye?" wek, "Min belge hem xwendiye hem jî nivîsandiye" bersivand.
Serokomar di nirxandina xwe de da zanîn ku gelek êndîşeyên ji bo "naxweyî" aydê demên borî ne û bi bîr xist ku belge daîm tê guhartin, ew li ser makezagonê nîn e û li gorî realîteya Tirkiyeyê divêt dîsa ber guhartinê bikeve.
Abdullah Gul derbarê pirsgirêka kurd de jî axivî û derbarê gotinên xwe yên berê ku gotibû "Dê tiştên baş çêbin" de jî ev axaftin kir:
Ev mijarên wisa hêsan nîn in. Evane di rojekê de çênabin. Em hemû zarokên vî welatî, xwediyên wî ne. Li gorî bilindbûna standardên demokrasiyê ye. Tiştên berî du salan tabû bûn, niha bi rehetî têne guftûgokirin."
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Siyaset
|
|
Ocalan ji PKK’ê û dewletê re name şandin |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 9:38 PM |
||
Diyarbekir, 14 Adar (AKnews) – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmrali ya Tirkiyeyê ye, aşkera kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji PKK’ê û dewleta Komara...
- Encamên hilbijartina Bexda û Nînovayê eşkere bûn
- Nûnerê Sekreterê NY’ê yê tê Helwlêrê
- AKP 19 pûan li pêşiya CHP’ê ye
- Mesûm: Berjewendiyên gel mercên me ne
- Osman: Kurd bi Şîeyan nêzîktir in
- Ji Serokwezîrê Swêdê bo Erdogan telefon
- Bêhnvedana Parlamentoyê bi dawî hat
- Şandeke kurd çû Londonê
- Çelik: Li ser xwîna zarokan divê pirîm neyê kirin