Siyaset

Desteya Lêpirsîn û Dadweriyê dikeve ber rexneyan

, Sibat 8th 2010 1:56 PM
 


Bexda, 8 Reşemî (AKnews) -  Lîsta Iraqiye rexneya li Desteya Lêpirsîn û Dadweriyê digre ku hewl dide Salih Motleq bidarizînin.

 

Saleh al-MutlaqBerdevkê Lîsta Iraqiyê Heyder Mela ji AKnewsê re wiha got, “Hewla Serokê Desteya Lêpirsîn û Dadweriyê Elî Lamî bo bilindkirina daxwaziyeke yasayî li dijî Serokê Bereya Diyalog Salih Motleq, bi behaneya tawanbarkirina wê desteyê, karekî neyasayî û dijî makezagonê ye”.

 

Mela wiha pê de çû, “Piraniya komên siyasî rexne li wê desteyê û serokê wê û biryarên wê girtine. Li gor yasayê tu daxwaziyek yasayî li dijî komên siyasî nayê bilindkirin, lê desteya han dixwaze bi her awayekê Salih Motleq ji hilbiartinan dûr bixe”.

 

Berdevê lîsta Iraqiye Serokê Desteya han Elî Lamî bi kuştara tayifî tawanbar dike ku sala 2006 – 2007 rû dan û ji ber wê bi sedan welatiyan cane xwe ji dest dan, û got, “ Dawid Petrayos Fermandeyê berê yê Amerîkayê li Iraqê Lamî bi wê tawan kiribû ku ser bi Sipaha Qods ya Îranê ye û biryarên wan bi cih tîne”.

 

Hêjayî goitinê ye ku Desteya Lêpirsîn û Dadweriyê tekez kiriye dixwaze daxwazeke yassayî li dijî Serokê Bereya Diyalog Salih Motleq tomar bike ji ber ku wî gotiye desteya han ser bi aliyên derveyî ye.

 

şm AKnews  

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Atalay: Tirkiye normalîze dibe

Hemû

, Adar 12th 2010 2:17 PM

Enqere, 12 Adar (AKnews) – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Beşir Atalay, dyar kir ku bo wan demokrasî beriya her tiştî ye û got, "Ez gelekî kêfxweş in, Tirkiye normalîze...

 
 
 

MORE NEWS