Siyaset
Amerîka daxwaza cezakirina Îranê dike
, Sibat 8th 2010 11:19 AM
Hewlêr, 8 Reşemî (AKnews) – Amerîkayê daxwaz ji welatên cîhanê kir ku li hemberî programên atomî yên Îranê bêdeng nebin û bi tundî Îranê ceza bikin.
Li gorî malpera BBC’ê piştî ku Serkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad biryara meyandina Uranyomê di rêjeya %20 da, Wezîrê Parastina Amerîkayê Robert Gates, daxwaz ji welatên xurt yên cîhanê kir ku bo rawestandina programên atomî yên Îranê, pêkve zextan li vî welatî bikin.
Gates wiha got, “Ger civaka navdewletî li hemberî programên atomî yên Îranê hev deng bin dê bikarin vî welatî vegerînin nava civaka navdewletî ji ber ku niha demeke baş e bo dorpêç û zextên dîplomatîk”.
Di wê derbarê de Rûsiya û Çîn ku di Netewên Yekgitî (NY)’ê de xwediyê dengê vetoyê ne û pêwendiyên aborî yên xurt bi Îranê re hene, heya niha bersiva daxwaza Amerîkayê nedane.
Amerîka û welatên Ewropayî di vê baweriyê de ne ku Îran hewl dide bi riya programên atomî yên xwe çekên atomî bi dest bixe, lê Îran vê yekê ret dike û programên atomî yên xwe aştiyane dide zanîn.
şm AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Siyaset
|
|
Biden: Îsraîl dostê me yê herî nêz e |
Hemû |
|
, Adar 11th 2010 8:01 PM |
||
Hewlêr, 11 Adar (AKnews) – Arîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden ku, piştî hilbijartina Serok Obama karbidestê payebilindê mezintir e ku hatiye Rojhilata Navîn got, Îsraîl dostê wan ê...
- 'Ispat bû ku Kerkûk ya Kurdistanê ye'
- Osman: Bo Serokomariyê 200 deng pêwîst in
- Swêd ‘tevkujiyê’ nîqaş dike
- Tirkiyeyê Israil hişyar kir
- Li Kerkûkê 19’ê hejmartin diqete
- ‘Dûrxistina kurdan li Serokomariyê ne yasayî ye’
- Çelik: Iraq partnera me ya stratejîk e
- Dewra duyem ya Parlamentoyê yekşemiyê ye
- ‘Serokomarî taybet bi kesekê nîn e’