Siyaset

Serokê Herêmê vegeriya welêt

, Sibat 8th 2010 7:03 AM
 


Hewlêr, 8 Reşemî (AKnews) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re piştî serdana xwe ya Amerîkayê û Avusturayayê bi riya balefirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ve gihîşte Herêma Kurdistanê û biryar e di rojên bê de bi partiyên siyasyên yên herêmê û Parlamentoya Kurdistanê re bicive.

Massoud BarzaniSerokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fuad Hisên ku di vê serdanê de endamê şanda Serokatiya Herêmê bû li balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo rojnamevanan wiha got, “Di rojên bê de dê Serokê Herêmê bi partiyên siyasî yên herêmê re bicive û dê bo şirovekirina naveroka serdana xwe, serdana Parlamenta Kurdistanê bike”.

Piştî ku li ser gazîkirina fermî ya Serokê Amerîkayê Barack Obama, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşte Washingtonê, 25’ê Rêbendanê Barzanî û Obama civiyan û rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartina dahatî ya Iraqê şirovekirin.

Roja 29’ê Rêbendanê Barzanî gihîşte Avusturayayê û 3’ê vê mehê bi Serokê Avusturayayê re amdeyê konsêra hunermendê kurd Şivan Perwer bû.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Çelik: Li ser xwîna zarokan divê pirîm neyê kirin

Hemû

, Adar 13th 2010 9:47 PM

Hewlêr, 13 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê Arîkarê Serokê Giştiyê AK Partiyê Hüseyin Çelik got, ew bo gaveke zûtir teror bi dawî bibe xebatê dikin û mafê tu kesî tune ye ku li ser...

 
 
 

MORE NEWS