Siyaset
Newzad Hadî, Hedba û Birayetî mêvan kirin
, Sibat 7th 2010 1:42 PM
Hewlêr, 7 Reşeme (AKnews) – Bi helkevta bi dawîhatina lîga rahênana kargêrî û ji hevdu nêzîkirina her du fraksyonên Hedba û Birayetiya Nînova, duhî êvarê Parêzgarê Hewlêrê mêvandariyek bo her du fraksyonan li Hotela Xanzad ya Hewlêr lidarxist.
Çapemeniya Parêzgarê Hewlêrê ji AKnewsê re wiha got, “Di merasîmê de Parêzgarê Hewlêrê û Rêveberê Enîstîtoya Komarî ya Navdewletî gotar pêşkêş kirin û hêvî xwestin ku pirsgirêk bi awayekî demokratîk û birayane bêne çareserkirin û rewşeke nû li xizmet û aştiyê bikeve rojevê”.
Rêveberê Enîstîtoya Komarî ya Navdewletî Rab Varslop, di peyvekê de kêfxweşiya xwe nîşan da ku karîne her du fraksyonan bi hevdu nêzîk bikin da ku şiyana xwe berfireh bikin bi mere çareser kirina pirsgirêkên hilwastî û rêvebirina karan û berfirehkirina rewşa xizmetkirinê û avedanî û berhemanînê li sinorê Parêzgeha Nînova.
Varslop wiha got, “Sipasiya Parêzagarê Hewlêrê dikim ku ev mêvandariye bo vê merêmê lidar xistiye”.
Lîga rahênana kargêrî ya Civata Parêzgeha Nînova ku di rojên derbasbûyî de li Hewlêrê birêve çû, ji hêla Enîstîtoya Komarî ya Navdewletî IRI’ê hatibû saz kirin.
şm AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Siyaset
|
|
AKP 19 pûan li pêşiya CHP’ê ye |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 11:19 AM |
||
Hewlêr, 14 Adar (AKnews) – Hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê partiya desthilatdariyê bi rêjeya ji sedî 40 a dengan, 19 pûan li pêşiya reqîbê xwe CHP’ê ye. Alîkarê Serokwezîr...
- Mesûm: Berjewendiyên gel mercên me ne
- Osman: Kurd bi Şîeyan nêzîktir in
- Ji Serokwezîrê Swêdê bo Erdogan telefon
- Bêhnvedana Parlamentoyê bi dawî hat
- Şandeke kurd çû Londonê
- Çelik: Li ser xwîna zarokan divê pirîm neyê kirin
- EDP û SHP bi resmî bûn yek
- Barzanî Konsolosê Tirkiyeyê qebûl kir
- Elawî û Haşimî hatin Hewlêrê