Siyaset

Şirovekirina projeyasaya bodçey Herêmê

, Sibat 7th 2010 12:38 PM
 


Hewlêr, 7 Reşemî (AKnews) – Fraksyona Goran di wê baweriyê de ye ku dê projeyasaya bodçeya sala 2010’an bo Civata Wezîran bête şandin û Fraksona Kurdistanî jî wê çendê ret dike.

Sherwan Haidary
Sherwan Haidary
Parlamenterê Fraksyona Goran Îsmaîl Gelalî ji Aknewsê re wiha got, “Heya niha Komîteyên Parlamentoya Kurdistanê bi wezîrên pêwendîdar yên Hikûmeta Herêmê re di gotûbêjan de ne bo amadekirina raporta dawiyê derabrê bodçeya sala 2010’an ya Herêma Kurdistanê”.

Gelalî axaftina xwe wiha berdewam kir, “Wezareta Plandanînê bê ku hemahemgiyê bi wezaretan re kiribe di danîna projeyan de lez kiriye, praniya wezaretan haydarî wan projan nînin ku biryare îsal cîbecî bikin, lewma egera wê di rojevê de ye ku ev projeyasa bo hikûmetê bête şandin”.

Li hember Şîrwan Heyderî Serokê Komîteya Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê ji AKnewsê re xuya kir, “Dê di çend rojên dahatî de raportên komîteyan timam bibin û Komîteya Malî û Karûbarê Aborî dê raporta dawiyê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bike”.

Heyderî wiha pê de çû, “Kêmasiyên yasaya bodçeya sala 2010’an ya Herêma Kurdistanê bi wî awayî nîne ku bo Civata Wezîran bête şandin”.

20’ê Rêbendanê pirojeyasaya bodçeya herêmê ku ji 11 trilyon û 433 milyar dînarî pêkdihat pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanbê hate kirin.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Ocalan ji PKK’ê û dewletê re name şandin

Hemû

, Adar 14th 2010 9:38 PM

Diyarbekir, 14 Adar (AKnews) – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmrali ya Tirkiyeyê ye, aşkera kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji PKK’ê û dewleta Komara...

 
 
 

MORE NEWS