Siyaset

Ji Atalay bo Demirtaş ‘derbasî be’

, Sibat 7th 2010 10:14 AM
 


Enqere, 7 Reşemî (AKnews) – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay, be telefonê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş gerî daxwaza “derbasî be” ya xwe û ya Serokwezîr Erdoğan ragihand.

atalayLi gorî agahiyên ku AKnewsê ji çavkaniyên Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) yê girtine, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay got, ew li Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş ku ji ber Konferansa Bawermendiyê li Mêrdînê bû geriye û daxwazên xwe yên “Derbazbûyî be” ragihandiye. Atalay got her wiha Serokwezîr Erdoğan jî daxwaza “derbazbûyî be” kiriye û ragihandiye ku bûyerê wek provokasyonê dibînin. Atalay got, “wesayîta ku kirdekeran bikar aniye hatiye tesbîtkirin. Ev provokasyonek e. Bo ku kirdeker bêne girtin xebatên me didomin.”

Hate fêrbûn ku Atalay, daxwaza xwe ya serdana Navenda Giştiya BDP’ê jî bo Demirtaş ragihandiye.

S.Demirtas1Li aliyê dîtir muhasibê Giştiyên BDP’ê Salih Yıldız û xebatkarên Navenda Giştî bi parêzerên partiyê re bo ku giliyê bikin çûn Rêveberiya Giştiya Ewlehiyê. Rêveberin partiyê çûn Şaxa bi Terorê re Têkoşînê û xwestin ku êrişkar gavek berê bêne girtin.

- DTP jî rastî êrişê hatibû

Navenda Giştiya BDP’ê hê dema ku navenda DTP’ê bû jî bûbû armancê êrişên çekdarî û protestoyan. Di 3’ê cotmeha 2007 dê êrişek çekdarî li ser avahiya DTP’ê hatibû kirin lê gule îsabetê bînaya dîtir kiribû.

Di 7’ê rêbendana 2008 de kesek bi navê Özgür D. bo polîsên ku li ber avahiya DTP’ê got, “Hûn çima bêşerefan diparêzin” û şûşe ber bi avahiyê ve firandî bû. Di 4’ê tebaxê 2008 de jî êrişên kevîrî hemberî navenda giştî hate kirin. Camên odeyên meqamê yên Ahmet Türk û Emine Ayna şikandin.

Ji êrişan avahiyên DTP’ê yên bajêr û navçeyan jî para xwe girtin. Di 9’ê berfanbara 2009 de molotof kokteyli avêtin Seroktiya Bajêr ê DTP’ê yê Enqereyê û avahî zirarek mezin dît. Di heman şevê de êriş li ser avahiya Keçiören jî hate kirin. Li derveyî Enqereyê li ser avahiyên bajêr û navçeyan zêde hatin kirin. Di van êrişan hemûyan de yan êrişkar nehatin girtin an jî di nava demek kurt de hatin berdan.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Siyaset

 

Biden: Îsraîl dostê me yê herî nêz e

Hemû

, Adar 11th 2010 8:01 PM

Hewlêr, 11 Adar (AKnews) – Arîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden ku, piştî hilbijartina Serok Obama karbidestê payebilindê mezintir e ku hatiye Rojhilata Navîn got, Îsraîl dostê wan ê...

 
 
 

MORE NEWS