All news in section: Siyaset

 

KCK: Erdogan siyaseta înkarê didomîne

Hemû

, Îlon 2nd 2010 10:34 PM

Hewlêr, 2 Îlon (AKnews) – Endamê Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Bozan Tekîn, Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi berdewam kirina siyaseta înkara kurdan tavanbar kir. Ajansa Nûçegihaniya Firatê (ANF) ragihand, Bozan Tekîn serdana Erdogan bo Diyarbekirê ku sibê 3ê îlonê pêk tê, nirxand û...

 

 
 
 

Baydemir: Eger Erdogan bo ‘aşitî’yê bê ezê bi gula wî pêşwazî bikim

Hemû

, Îlon 2nd 2010 9:27 PM

Diyarbekir, 2 Îlon (AKnews) – Serokê Şaredariya Diyarbekirê Osman Baydemir ragihnad, eger Serokweîrê Tirkiyeyê bi mizginiya aştiyek birûmet were Diyarbekirê ewê bi gulan pêşwaziya wî bike. Osman Baydemir şeva borî tevlî bernameyek zindî ya televizyona NTVyê bû û derbarê mîtînga Diyarbekirê a Serokwezîrê Tirkiyeyê...

 

 
 
 

Tugluk: Ezê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim

Hemû

, Îlon 2nd 2010 8:54 PM

Diyarbekir, 2 Îlon (AKnews) – Aysel Tugluk Hevseroka Kongira Civaka Demokratîk (DTK) ku di derheqê wê de biryara “birina bi darê zorê” bo dadgehê hatiye dayîn ragihand, dê digel Abdullah Ocalan Serokê PKK li girtîgeha Imraliyê li Tirkiyeyê hevdîtinê pêk bîne.Aysel Tugluk parlementera berê ya Partiya Civaka Demokratîk...

 

 
 
 

127 RCS ji Erdogan xwastin pêngavan bavêje

Hemû

, Îlon 2nd 2010 8:53 PM

Diyarbekir, 2 Îlon (AKnews) – 127 Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) li Diyarbekirê tirsa xwe ji dubarebûna şer piştî bi dawîbûna biryara “bêçalaktiya” PKKê ku heya 20 vê mehê didome, anîn ziman û ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwastin pêngavên pêwîst bo rakirina wê tirsê bavêje. 127 rêxistinên...

 

 
 
 

PDK’ê gilî li dijî Awêneyê tomar kir

Hemû

, Îlon 2nd 2010 3:42 PM

Silêmanî, 2 Îlon (AKnews) – Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) giliyeke yasayî li dijî rojnameya Awêne tomar kiriye û daxwaza qerebûya  500 milyon dînar dike.Sernivêserê Rojnameya Awêne Şiwan Mihemed ji AKnewsê re wiha got, “Li gorî 4 nivîs ku li dadgeha Hewlêrê pêşkêşî Awêneyê hatiye...

 

 
 
 

Nivîskar Lezgin: Kurd rastiyê dibînin

Hemû

, Îlon 2nd 2010 3:13 PM

Hewlêr, 2 Îlon (AKnews) – Nivîskarê kurd Roşan Lezgin got, wek hemû sererastkirinên demokratîkbûnê, guhertinên destûra bingehîn ku di 12ê îlonê de wê bikeve referandûmê jî, di ji bo kurd ji travmayê derkevin dê fêdeya xwe hebe.Li gorî nûçeya CHAyê, Lezgin got, li Rojhilat û Başûrêrojhilat ku hilbijêrên kurd lê...

 

 
 
 

Obama ji bo aştiyê han dide serokên Rojhilata Navîn

Hemû

, Îlon 2nd 2010 2:32 PM

Hewlêr, 2 Îlon (AKnews) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama han da serokên Îsraîl û Filîstînê ku fersenda lihevhatinê ji dest xwe bernedin ta ku bigihînin aştiyeke hemdemî.Li gorî nûçeya ku di malpera ajansa nûçeyan Reuters de hatiye belav kirin, Barack Obama Serokê DYA di gotareke xwe de wiha...

 

 
 
 

Iraq dixwaze çekan ji DYA bikire

Hemû

, Îlon 2nd 2010 2:10 PM

Hewlêr, 2 Îlon (AKnews) - Iraqê dil heye bi qasî 13 mîlyar dolarî tank, keştî û balafirên şerî jî di nav de, çek û alavên leşkerî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikire.Li gorî rojnameya U.S.A. TODAY a amerîkî ji zarê rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê ve ragihand ku kirîna çekan ji aliyê Iraqê ve,...

 

 
 
 

Lîsta Hedba gundekî ereban li devera kurdan ava dike

Hemû

, Îlon 2nd 2010 1:32 PM

Hewlêr, 2 Îlon (AKnews) – Civata Parêzgeha Nînovayê biryar daye ku gundekî bo ereban li devereke kurdakincî durist bike, Şebek jî hişyarî dane ku ger ew biryar neyê hilweşandin dê pirsgirêkek mezin pêkbênSerokê Desteya Şêwirmendiya Şebek Salim Xidir Şebekî ji AKnewsê re wiha got, “Civata Parêzgeha Nînovayê di...

 

 
 
 

BDP, li Batmanê ‘mitînga aştî’ li dar xist

Hemû

, Îlon 2nd 2010 1:02 PM

Hewlêr, 2 Îlon (AKnews) – Partiya Aştî û Demokrasî (BDP), duh li Batmanê, bi mebesta 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê mitîngek li dar xist.Mitîng, diyariya Salih, Sadi û Sıdık Özdemir û Sedat Özevin ku 31ê Tîrmehê li gundê Meymuniyeyê girêdayî Heskîfê di encama teqîna mayinek de jiyana xwe ji dest dabûn hate kirin....

 

 
 
 
 

MORE NEWS