Curecur
Yên ji Qendîlê hatin ji ‘Îzmîrê bi fikar in’
, Mijdar 30th 2009 2:09 PM
Diyarbekir, 30 Sermawez (AKnews) - Endamên komên aştiyê ku ji Qendîl û Mexmûrê hatin, aşkera kirin ku tenduristiya Abdullah Ocalan wan dixe nava tirs û fikaran. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ji ber bûyerên mîna Îzmîrê nikarin biçin bajarên rojava.
Komên aştiyê ku li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê, li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê daxuyaniyeke hevpar dan çapameniyê. Li ser navê komê Gulbahar Çîçekçî axivî. Çîçekçî, diyar kir ku cihê nû yê Ocalan wan dixe nava endîşeyê û wiha got: “Em ê tu caran vê konsepta nû ya tasfiyeyê ku Birêz Ocalan ew wekî ‘çala mirinê’ bi nav dike qebûl nekin û em ê helwesta xwe heta dawiyê nîşan bidin.”
Çîçekçî, diyar kir ku di pêşxistina vê konseptê de rola hikûmeta AKP’ê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye û wiha axivî:
“Ji ber vê yekê em weke komên aştî û çareseriya demokratîk bang li hikûmeta AKP’ê dikin û dibêjin dev ji vê polîtîkaya îmhayê berde. Em bang li CPT û DMME’yê jî dikin û ji wan dixwazin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Çimkî azadiya Birêz Ocalan şerta bingehîn a demokrasî û aştiyê ye. Em ji vir diqîrin; li Îmraliyê çi diqewime, rewşa Birêz Ocalan aşkera bikin!” Çîçekçî, bang li hemû sazî û dezgehan kir û xwest li hemberî rewşa Ocalan bihîstiyar tevbigerin.
- ‘Em ji bûyerên rojava bi fikar in’
Berdevka Koma Aştiyê Gulbahar Çîçekçî, li ser pirsa rojnamevan a wekî “Dema hûn pêşî hatin, we got em ê bi hemû rêberên partiyan re biaxivin. Lê ji ber hin sedeman ev pêk nehat. Ev israra we dê dom bike”, bersiveke wiha da:
“Hatina me rojeke dîrokî bû. Hezkirin û coşa gel a li hemberî aştî û biratiyê weke şow hate binavkirin. Em çiqas destên xwe yên aştiyê dirêj dikin û aştiyê diqîrin, derdorên ku şer dixwazin ji bo sabotekirin û sorkirina pêvajoyê dikevin nava hewldanan. Em bi rêberên partiyên li herêmê re axivîn. Em dixwazin biçin li Enqereyê jî hevdîtinan pêk bînin. Lê ji ber bûyerên li Îzmîrê û hin derdorên din, em bi fikar in. Bi rastî jî em ditirsin biçin bajarên rojava.”
- ‘Ji Mexmûrê kes nayê’
Çîçekçî, li ser pirsa rojnamevanan a derbarê valakirina Wargeha Mexmûrê de jî wiha got: “Heta ku li Tirkiyeyê bi zimanê zikmakî perwerdehî pêk neyê, mafên kulturî di Makeqanûnê de neyê mîsogerkirin, ewlehiya wan a jiyanê neyê girtin, cerdevanî neyê rakirin, dê kes ji Mexmûrê neyê. Mexmûriyan çend roj berê vê biryara xwe ji raya giştî re aşkera kiribû.”
md AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
Li herêma leşkerî teqîn: 1 zarok mir |
Hemû | |
|
, Adar 11th 2010 8:01 PM |
||
Şirnex, 11 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, Qilebana Şirnexê nêzî gundê Yemişliyê teqînek rûda û di teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.Li gorî...
- Erdoğan li herêma erdehejînê ye
- Girtiyên siyasî gireva xwe rawestandin
- Li Şirnexê operasyona biharê
- Xwendekaran Helepçe bi bîr anî
- Bo şaredarên girtî kartên Newrozê
- Kurdên Sûriyayê yên Hewlêrê rabûn
- Di salekê de li girtîxanan hezar û 8 binpêkirin çêbûn
- Bîlançoya erdhejê hate aşkerekirin
- BDP: Bila TBMM komkujiya Gaziyê vekole