Curecur

Ku bombeya gazê bikeve malê!

, Mijdar 30th 2009 10:58 AM
 


Colemêrg, 30 Sermawez (AKnews) – Li Gevera Colemêrgê di mudaxaleya polîsan a li hemberî xwepêşandêran de bombeyên gazê ketin nava du malan. Ji ber ku şêniyên malê ji ber gazê nebaş bûn, herdu mal bi awayeke demborî hate valakirin.

eylemJi bo şermezarkirina şert û mercên li girtîgehê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, duh êvarê li navenda Geverê çalakî hate lidarxistin. Polîsan li hemberî çalakgeran ava boş û bombeyên gazê bi kar anî. Ciwan ji ber bombeyên gazê di nava kuçe û kolanên Esentepe de hewl dan xwe ji mudaxaleyê xilas bikin. Di vê demê de bombeyên gazê ku ji aliyê polîsan ve hatin avêtin ketin hundirê malên Sefer Baltaci û Yunus Yapalak.

Ji ber ku bombeyên gazê tesîreke xirab li şêniyên malê kir, herdu mal bi awayeke demborî hatin valakirin. Dema bombeyên gazê ketin hundir de, zarok û extiyar jî di malê de bûn. Piştî ku tesîra gazê qediya, malbat dîsa vegeriyan malên xwe. Çalakiyên li Geverê, li cihên cuda cuda bi vêxistina agir heta derengiya şevê dom kirin. Hate hînbûn ku ji ber çalakiyan kes nehatiye binçavkirin.

md AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Helepçe bi meşa bêdeng tê şermezarkirin

Hemû

, Adar 14th 2010 9:38 PM

Enqere, 14 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji rêxistinên xwe yên bajêr re giştînameyek şand û xwest ku di 14,15 û 16’ê adarê de komkujiyên...

 
 
 

MORE NEWS