Curecur
Li Diyarbekirê bûyer derketin
, Mijdar 29th 2009 2:46 PM
Diyarbekir, 29 Sermawez (AKnews) – Bi sedema salvegera damezrandina PKK’ê li Diyarbekirê molotof kokteyl ji Qeymeqamiya Baglarê û Avahiya AK Partiyê re hatin avêtin. Peywirdarê ewlekariyê avahiya AK Partî fîşek berda çalakvanan û di encamê de civanek bi navê Selim Tekel (17) ji lingan hate birîndarkirin.
Ji sedema salvegera damezrandina PKK’ê li Diyarbekirê xwepêşandan hatin kirin. Duhî êvarê li ber Qeymeqamiya Baglarê, avahiya Kayapınar yê AK Partiyê û komeleyek de kombûn çêbû û molotof kokteyl hatin avêtin.
Bi qasê 10 kesên ku rûyê wan bi paçan hatibûn girtin pêşî bi keviran êriş birin ser avahiyê û pişt rejî molotof kokteyl avêtin. Di vê demê de nobedarê ku kadroya emniyetê de erkdare bi demançeyê gule berdan ser çalakvanan û ciwanek 17 salî bi navê Selim Tekel birîndar bû.
Bi ambulansê Tekel rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û hate ragihandin ku, rewşa tenduristiya wî baş e.
Piştî bûyerê Parlamenterê AK Partiyê yên Diyarbekirê İhsan Aslan, Abdurrahman Kurt û Serokbajarê AK Partî Bakî Aksoy û Birêvebirê Ewlehiyê Mustafa Sağlam hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Li ber avahiya rêxistina navçeyê de Parlamenter İhsan Aslan daxuyanî da rojnamegeran û got, di dema ku mirov li hûndir li ser avahiyên partiyan ve êriş têne kirin û ev yek bi qesdî tê kirin. Aslan got ev êrişek provokatîf e û “Gelê me naxwaze carek dîtir berdêl bidê. Ev êriş li hemberî gelê Diyarbekirê êrişek dijminwariye. Em çalakiyên aramiya gelê me xera dikin rast nabînin. Em dixwazin ji gelê xwe re vê tiştê bêjin; li gel hemû astengkirinan hikumetê me dê tundiyê bi dawî bîne. Em ji gelê xwe dixwazin ku, hemberî kesên wiha nerazîbûn nîşan bidin. Diyarbekir vê heq nekiriye, welatê me vê heq nekiriye.
Li aliyê dîtir li ser avahiya Şura Der ku, bi nêzbûna rêxistina Hizbullahê ve tê naskirin jî duhî di saetên êvarê de hate molotofkirin. Di êrişê de avahiyê de şewat derket û operasyona polîsan de 5 kes hatin binçavkirin.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
|
|
Bajarvaniya Xezeyê başdarî salvegera 16’ê Adarê nabe |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 12:28 PM |
||
Silêmanî, 14 Adar (AKnews) – Hat zanîn ji ber ku 4 sal e bajarvaniya Xezeyê rastî dûrpêçan hatiye, serokê wê nikare amadeyê merasîma 22’emîn salvegera kîmyabarkirina Helebçeyê...
- Li Bexda tund û tûjî: 2 kuştî û 1 birîndar heye
- Bazîd bi tundiya 3,8 hejiya
- Kerkûk: Di çend teqan de 4 polîs birîndar bûn
- Di 2 kiryaran de li Mûsil 4 kes mirin
- Li Pakistanê teqîn: 14 kuştî, 50 birîndar
- Êrişkarên xwe kuştinê li Kandaharê dan: 30 kuştî
- Kekoyê erdhejînê zirar dîtiye Galatasarayî derket
- Çek bêdeng bûn, gund şa bû
- Di bûyerekê de li Bexdayê 5 Iraqî mirin