Curecur

Facîaya trênê yê Rûsyayê êrişa terorîst e

, Mijdar 29th 2009 2:03 PM
 


Viyana, 29 Sermawez (AKnews) – Hate ragihandin ku, teqîna ku du roj berê li Rusyayê di trêna sefera Moskova û St. Petersburgê dikir de çêbûye li encama bombeyê çêbûye.

rus trenine bombaDerket holê ku, teqîna trêna Moskova ji bombeyek terorîsti çêbûye. Di ecmaa teqînê de hejmara miriyan derket 26 û yê birîndaran jî derket 100’ê û hêj ji 20’ê jortir winda hene. Berpirsê lêpirsînê şefê polîsan Vladimir Markin agahî dan Ajansa Interfaxê û got, wan di lêgerîna piştî teqînê de parçeyên bombeyê dîtine û misoger bûye ku, ew êrişek terorîst e. Markin got, ew hêj nizanin êriş ji hêla kî ve hatiye kirin û di dema gerandina enkazê de bombeyek dîtir teqiyaye û ji vê tu kes birîndar nebû ye.

Hate ragihandin ku, Rêxistina Îstîxbara Rûsyayê jî di cihê bûyerê de lêkolîn kiriye û 7 kîlo TNT dîtiye. Serokdewletê Rûsyayê Medvedev got, ew ê miheqeq berpirsên vê êrişê derxin holê û jê hesab bipirsin û bo xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndaran her awayî alîkarî dê bête kirin.

Her wiha Ajansa Interfax ragihand ku, di trênê de rêwiyên Belçika, Îtalya û Azerbaycanê jî hebûn û ji wan birîndar hene.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Girtiyên siyasî gireva xwe rawestandin

Hemû

, Adar 11th 2010 4:11 PM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) - Desteya Parastina Mafê Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê diyar kir ku piştî nûnerên tev komên siyasî yên Parlamentoyê serdana wan kirin, dê girev xwe...

 
 
 

MORE NEWS