Curecur

Li axurê daleqandî hate dîtin

, Mijdar 29th 2009 2:03 PM
 


Wan, 29 Sermawez (AKnews) – Li Gurpinara Wanê gundê Selkilisê ciwanê 18 salî Yılmaz Demir li axurê daleqandî hate dîtin.

Li gorî agahiyan, ciwanê bi navê Yılmaz Demir (18), di roja 26’ê Sermawezê de heta derengiya şevê dema ku venegeriya malê xizmên wî derketin lêgerîna wî. Dema ku ciwan tu malên gund de nedîtin vê carê axuran nêrîn. Dawî de ciwan di esreqa axurek de bi benê ve daleqandî hate dîtin.

Hate îdiakirin ku ciwan xwekuştiye û terma wî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Wanê û piştî otopsiyê li gund hate definkirin. Cendermeyan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

ym AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Li Wanê 5 zarok hatin girtin

Hemû

, Adar 13th 2010 12:26 PM

Wan, 13 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, di çarçoveya tevdîrên Newrozê de li Wanê 5 zarokên di bin 18 saliyê de hatin girtin. Li gorî agahiyên AKnewsê ji Baroya Wanê girtî, ji aliyê...

 
 
 

MORE NEWS