Curecur
DTP, pîrozbahiya cejna CHP û MHP nake
, Mijdar 27th 2009 11:11 AM
Enqere, 27 Sermawez (AKnews) – Partiya Civaka Demokratîk (DTP), wek cejnên dîtir vê Cejna Qurbanê de jî, bi Partiya Komargeriya Gel (CHP) û Partiya Tevgera Mîliyetperwer (MHP) re pîrozbahiya Cejnê nake.
Li gorî daxuyaniya ku ji DTP’ê hate kirin, roja duyem ê cejnê de bi AK Partiyê re pîrozbahî dê pêk bên. Karbidestên her du partiyan di heman saetan de hev û dû di navendên giştiyên partiyan de dê ziyaret bikin û cejnên hev û dû pîroz bikin.
Partiya Demokrat, (DP) Partiya Gel û Sosyaldemokrat (SHP), Partiya Tirkiye (TP), Partiya Saadetê (SP) û Partiya Liberal Demokrat (LDP) di nava bernameya serdan pîrojkirina cejnê yê DTP’ê de hene.
DTP, ji partiyên ku di parlamentoyê de têne temsîlkirin bi CHP, MHP û DSP re pîrozbahiya cejnê nake.
DTP, di Cejna Remezanê de ji CHP’ê bo pîrozbahiya cejnê randevu xwestibû lê, ev daxwaza wan bi awayek erênî nehatibû bersivandin.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
|
|
Birêveberên şaxên 49 bajaran li Rihayê civiyan |
Hemû |
|
, Adar 10th 2010 9:54 PM |
||
Riha, 10 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, civîna “Konferansa Rêvebirina Krîzê û Mudaxelekirina Bûyerên Krîtik” li Rihayê di bin serokatiye Birêveberê Ewlehiya Rihayê Sabri Durmuş...
- Ji Eğitim-Senê tûrnûvaya sedrencê
- Parêzgerê Colemêrgê: Qedexeyên zozanan tên rakirin
- Hacî Elî sersaxî li musilmanên cîhanê kir
- Wezîrê Edaletê bo zarokên keviravêj zend badan
- Erdoğan bi Romanan re rûdine
- 23 Hackerên PKK'ê hatin binçavkirin
- Bo parastinê hespan dikujin
- Ji Şaredarên BDP’yî arîkariya erdhejê
- Ji bo Newrozê bi Walî re hevdîtin kirin