Curecur

Li ezmanê têkoşîna ‘pêşengan’

, Mijdar 23rd 2009 8:26 AM
 


güvercin
Riha, 23 Sermawez (AKnews) – Ezmana Rihayê bû warê têkoşîna kevokên pêşeng. Xwediyê kevokan bi banga nimêja êvarê re hezar heb kevok berdan ezmanê û têkoşîna serkeftina wan temaşe kirin.

Li Taxa Haleplibexçe xwediyên kevokan, pêşbirka kevokan kirin wek kevneşopek û yê îsal jî bi beşdarbûnek mezin li dar xistin.

Di nava erdek vala yê kîlometreyek derveyî Rihayê de, xwediyên kevokan civiyan û kevokên ku bi qutiyan anîbûn vekirin û kevok berdan ezmanê. Bi teqandina maytab û qêrîn û warînan kevok hatin dûrxistin û li ezmanê şerê hakimiyeta kevokan hate sêrkirin.

güvercin
Derbarê şerê kevokan de, yek ji xwediyê kevokan Mehmet Eskiler got, hezar heb kevok berdana ezmanê û ew ê li wir têbikoşin ku li ser hev û du hekimiyetê çêbikin, “kîja kevok serkevê dê yê dîtir bibe hêlîna xwe. Di encama vê de jî aliyê serkeftî diyarbibe.”

Ji taxên Haşimiye, Eyyubiye, Yakubiye û Suleymaniye ku taxên mîstîk ên Rihayê ne, ji 400 malan nêzî 2 hezar kevok dê li ezmanê bikevin nava tekoşîna hakimiyetê. Pişbirk bi taybet di hewayê mij û sar dê tê çêkirin û kevok li dûv “pêşeng” ên xwe dê baskan ber hewayê bidin.

Tê bawerkirin ku, kultura kevokan heta dema Nemrûdê berê zayînê sala 2 hezar diçe. Hêj li Rihayê nêzî 30 hezar kevok hene.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Helepçe bi meşa bêdeng tê şermezarkirin

Hemû

, Adar 14th 2010 9:38 PM

Enqere, 14 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji rêxistinên xwe yên bajêr re giştînameyek şand û xwest ku di 14,15 û 16’ê adarê de komkujiyên...

 
 
 

MORE NEWS