Curecur

Rûsya cezayê îdamê rakir

, Mijdar 19th 2009 1:37 PM
 


Hewlêr, 19 Sermawez (CHA/AKnews) – Dadgeha Makezagona Rûsyayê biryar da ku, ji 1’ê Çileya 2010’an şûndetir cezayê îdamê nayên pêkanîn.

rusya idam1
Rûsya, ji 2 Sibatê 1999’an şûndetir bi maratoryûmek pêkanîna cezayên îdamê dabû rawestandin. Dihate îdiakirin ku di 1’ê Çileya 2010’an de bi qedandina dema morotoryûmê ve dê dîsa cezayên îdamê bêne pêkanîn. Derbarê cezayê îdamê de gotina dawî ji hêla Dadgeha Makezagonê de hate gotin û peymanên navneteweyî wek sedemê nîşan da û biryar da ku, pêkanîna cezayên îdamê nemumkun e.

Rûsya Konvansiyona Mafên Mirovan ê Ewropayê îmze kiriye û ev yek jî pêkanîna cezayê îdamê qedexe dike. Lê hêj Baska Jêrîn yê Parlamentoya Rûsya DUMA ev biryar erê nekiriye. Ji ber ku dema morotoryûmê di 1’ê Çileyê 2010’an de temam dibe eşkere kirina biryare hate xwestin.

Serokê Dadgeha Makezagonê Valeri Zorkin got, “Ev biryar dawî ye, derfeta temyîzê tune ye û peymanên navneteweyî pêkanîna vê biryarê qedexe dikin.”

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Li Culemêrgê 3 rojan şîna Helepçeyê

Hemû

, Adar 12th 2010 2:31 PM

Culemêrg, 12 Adar (AKnews) – Serokê Şaxa Kolemeya Mafên Mirovan (İHD) a Culemêrgê İsmail Akbulut, got, "Em di 22'emîn salvegera komkujiya Helepçeyê bang li gelê xwe dikin ku sê...

 
 
 

MORE NEWS