Curecur

Siyasetmedarê kurd Özalp li Cizîrê hate definkirin

, Mijdar 19th 2009 1:03 PM
 


Şirnex, 19 Sermawez (AKnews) – Siyasetmedarê kurd Zeynel Abidin Özalp ku li Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, li cihê jidayikbûnê Cizîrê bi merasimek tevlibûna hezaran kesan hate definkirin.

cenaze2
Siyasetmedarê kurd Zeynel Abidin Özalp du hefte berê li Swêdê jiyana xwe ji dest dabû terma wî bi balefirê destpêkê anîn Diyarbekirê û li vir jî bi riya bejahî anîn Cizîrê.

Serokê Giştiyê berê yê HAK-PAR’ê Sertaç Bucak û Serokê Giştiyê KADEP’ê Şerafettin Elçi jî di nav de bi hezaran kes tevli merasîma veşartinê bûn.

Terma Özalp, piştî nimêjê Mizgefta Mezin li Goristana Asrî hate veşartin.

Li vê derê Sertaç Bucak axivî û got, ew Özalp jibîr nakin û “ Çawa me Bedirxaniyan, Meleyê Cizîrî, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Mele Mustefa Barzanî jibîr nekir, em ê te jî jibîr nekin.”

ym AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Cerdevanan keçek revand

Hemû

, Adar 12th 2010 11:25 AM

Ruha, 12 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, li Wêranşara Ruhayê, jina bi navê Bendiye Gündüz îdia kir ku keça wê ji aliyê cerdevanan ve bi darê zora hatiye revandin û gilî li...

 
 
 

MORE NEWS