Curecur

Azadiya Welat mehek cezayê girtinê xwar

, Cotmeh 30th 2009 10:38 AM
 


Diyarbekir, 30 Cotmeh (AKnews) – Rojnameya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê bi kurdî weşana rojane dike, bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” ji bo mehek cezayê girtinê xwar.

amd-azadiyawelat
Azadiya Welat ku weşana rojane ya bi kurdî dike, ji aliyê 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve, bi hinceta “propagandaya rêxistin kiriye” ji bo mehek hate girtin. Sedema girtina rojnameyê weke nûçeyên di hejmara duh de hate nîşandan. Nûçeya di rûpela yekemîn de a bi sernavê “Navên şehîdan aşkera bûn” û hevpeyvîna bi Sînem Bedirxan re ya bi sernavê “Ocalan kurd ji mirinê hişyar kirin” weke sedema biryara girtinê ya dadgehê hate aşkerakirin.

Di sala 1992’an de pêşî rojnameya Welat dest bi weşanê kiribû û piştre ji ber biryarên girtinê rojname neçar mabû ku navê xwe weke Welatê Me û Azadiya Welat biguherîne. Rojnameya ku berê heftane derdiket, di 15’ê tebaxa 2006’an de dest bi weşana rojane kir. Ji roja ku dest bi rojanebûnê kiriye û vir de 5 caran cezayê girtinê û rawestandina weşanê xwar. Di nava vê demê de rojname bi giştî 3 mehan girtî ma.

md AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Erdoğan dibêje kaos li paş ma

Hemû

, Sibat 8th 2010 3:40 PM

Enqere, 8 Reşemî (AKnews)  – Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku êdî ew rojên bi kaos, binpêkirina hiqûq, demokrasî û mafên mirovan li Tirkiyeyê êdî li pey...

 
 
 

MORE NEWS